BI DÎMEN

Li Şengalê merasîma bi heybet: Wê bibe sala serketinê

Li Şengalê, ji ber salvegera komkujiya Şengalê û damezrandina YBŞ'ê merasîmek hat lidarxistin. Fermandarê Giştî yê YBŞ'ê Mazlûm Şengal li vir axivî û got, "Sala duyemîn a komkujiyê wê ji bo civaka Êzidî bibe sala serketin û pêkanîna xweseriyê."

Yekîneyên Berxwedana Şengalê (YBŞ) û Yekîneyên Jinên Şengalê (YJŞ) bi wesîleya salvegera komkujiya Şengalê li gundê Xanesorê yê Şengalê merasîmeke leşkerî pêk anîn. Tevî 350 şervanan, Fermandarên Giştî yên YBŞ/YJŞ'ê Mazlûm Şengal, raperîn Engîzek û gelek fermandarên YBŞ/YJŞ'ê amade bûn.

Fermandarê Giştî yê YBŞ'ê Mazlûm Şengal di merasîmê de axivî û hemû mirovên di komkujiyê de jiyana xwe ji dest dane bibîr anî.

Şengal got, "Di 3'ê Tebaxa 2914'an de çeteyên DAIŞ'ê li hemberî gelê me komkujiyek kir. Ev komkujî ne tenê komkujiyeke fîzîkî bû, di heman demê de komkujiyeke çandî, bawerî û dîrokî bû. Bi vê komkujiyê re hêzên mêtînger-emperyalîst û DAIŞ'ê xwestin gelekî bi temamî ji holê rakin. Lewma em wan kes û hêzên destekê didin çeteyên dijminê mirovahiyê DAIŞ'ê baş nas dikin. Lewma me ders ji komkujiyê derxistin. Ji ber ku me xweparastina xwe nekir, ji ber ku me vîna xwe dernexist holê, ev komkujî li gelê me hat kirin. Me dersên mezin ji vê komkujiyê derxistin. Ji niha û pê ve em ê jiyaneke bê siyaset, bê îdeolojî û bê xweparastinê qebûl nekin."

'YÊN DI KOMKUJIYÊ DE CIH DIGIRTINE BILA NEKEVIN NAVA HESABÊN ŞAŞ'

Şengal destnîşan kir, ku di heman demê de salvegera duyemîn a damezrandina YBŞ'ê ye û wiha dewam kir:

"YBŞ'ê di roja komkujiyê de xwe bi rêxistin kir, vîna xwe nîşan da û weke hêzeke fedayî çalakî pêk anî û gelê me parast. Ji roja destpêkê ya komkujiyê heta roja îro, li çiyayê Şengalê, li navenda bajêr û li gundan bi erka azadkirinê rabû û cihên ku çeteyan ji xwe re weke keleh didîtin, rizgar kir. Ev hêza derketiye holê, hêza parastinê ya Êzîdxanê ye. Û ev a tevahiya civaka Êzidî ye. Ne tenê gelê me yê li Şengalê dijî diparêze, hêza parastinê ya hemû gelê me ye. Sererastkirina dîroka vî gelî, ji nû ve jiyîna dîrokê, afirandina jiyaneke bi vîn û bi rûmet a ji bo gelê me, bicihanîna felsefe û bîrdoziya Rêbe Apo armancên me yên sereke ne. Heta ku çete û hêzên mêtînger li ser vê xakê hebin, wê YBŞ têkoşîna xwe ya li hemberî van hêzan bidomîne. Bila gelê me zanibe; YBŞ hêzên ku di vê komkujiyê de cih girtine baş nas dike. Û em ji van hêzan re jî vê dibêjin; êdî hesabên şaş li ser vî gelî nekin. Ji ber ku gelê me ne gelê berê ye. Ti kes nikare mîna berê vî gelî bi rê ve bibe."

'ÎSAL WÊ BIBE SALA SERKETINÊ YA GELÊ ME'

Fermandarê Giştî yê YBŞ'ê Mazlûm Şengal da xuyakirin, ku ji bo bidestxistina serketinên mezin ên li hemberî çeteyên DAIŞ'ê pêwîstiyeke acîl bi avakirina fermandariya hevpar heye û axaftina xwe bi vî rengî qedand: "Ji bo têkoşîna li dijî van çeteyan û hêzên mêtînger, divê em fermandariyeke hevpar ava bikin. Ji bilî fermandariyeke hevpar ti hêz nikare li vir bi ser bikeve. Li cihê şeref û rûmet lê hebe YBŞ jî li wir e. Ne li cihê berjewendiyên şexsî ye. Ne hêzeke malbatî yan jî eşîrî ye. YBŞ hêzeke xweparastinê ya civaka Êzidî, ya Êzîdxanê ye. Bi vî ruhî gelê xwe, axa xwe û Kurdistanê diparêze. Ev wezîfe ji bo her hevaleke/î me yên YBŞ'î wezîfeyeke ye, ku divê bi fedayî bi cih bînin. Di vê çarçoveyê de, wezîfeyeke esasî ye ku divê her şervanên YBŞ'ê ji bo siberoja gelê xwe stratejî û taktîk bafirînin, xurt bikin. Ji bo vê jî divê mîna şervanên YBŞ'ê Brûsk, , Berxwedan, Newroz, Kawa, Şengal, Bêrîvan xwe tevlî vê têkoşînê bikin. Bi vî rengî em dikarin bi ser bikevin. Di vê çarçoveyê de em dikarin sala duyemîn a komkujiyê bikin sala serketinê. Îsal wê bibe sala azadiya tevahiya Şengalê. Îsal wê bibe sala serketina gelê me, sala pêkhatina rêveberiya xweser. Di vê çarçoveyê de ji hemû hevalan re serketinê dixwazim."

...