BI DÎMEN

'Bi qasî DAIŞ'ê, PDK jî ji Komkujiya Şengalê berpirsyar e'

Ji fermandarên HPG'ê yên li Şengalê Rojhilat destnîşan kir, ku ji komkujiya çeteyên dijminê mirovahiyê DAIŞ'ê di sala 2014'an de li Şengalê kir, PDK jî berpirsyar e. Rojhilat bang li ciwanên Êzidî kir, ku tevlî nava refên YBŞ/YJŞ'ê bibin.

Ji fermandarên HPG'ê yên Şengalê Cûdî Rojhilat, bi wesîleya salvegera komkujiya Şengalê ya 3'ê Tebaxa 2014'an, ji ANF'ê re axivî.

Rojhilat kesên di berxwedana Şengalê de jiyana xwe ji dest dan bibîr anî û destnîşan kir, ku hêzên kapîtalîst-emperyalîst ji bo planên xwe yên li Rojhilata Navîn bixin meriyetê, li Kurdistanê jî rêxistinbûnên çete yên mîna DAIŞ'ê bi kar anîne.

'TIRS Û HOVÎTÎ JI ALIYÊ HÊZÊN YPG/YPJ'Ê VE HAT ŞIKANDIN'

Rojhilat da xuyakirin, ku armanca bingehîn a çeteyên DAIŞ'ê ew e ku Kurdistanê pêşkêşî hêzên kapîtalîst bikin û diyar kir, hêzên YPG/YPJ'ê tirs û hovîtiya çeteyên DAIŞ'ê li derdorê belav kiribûn, şikandine.

Rojhilat got, "Du wezîfeyên girîng ji DAIŞ'ê re hatin dayîn. Ya yekê; Ola Îslamê li Rojhilata Navîn û tevahiya cîhanê teşhîr bike, ya duyemîn jî Kurdistanê bi dest bixe û radestî dewletên kapîtalîst bike. Ji ber vê yekê, êrîş hemû li Kurdistanê hatin destpêkirin. Lewma DAIŞ'ê xwest di vê çarçoveyê de sîstema xwe li Kurdistanê ava bike. Ewilî ji Rojavayê Kurdistanê destpê kir û li Başûrê Kurdistanê belav kir. Dema li Rojavayê Kurdistanê destpê kir, li hemberî xwe vîna Kurdan YPG/YPJ dît. Van hêzan, hovîtî û tirsa çeteyên DAIŞ'ê li derdorê belav kiribûn, şikandin. Ji ber ku li Rojava vîneke bi vî rengî li hemberî wan derket holê, çeteyan vê carê berê xwe da Başûrê Kurdistanê û Mûsil bi dest xistin. Bi dagirkirina Mûsilê re xeteriyeke mezin li ser Şengalê afirandin."

'PDK'Ê ŞENGAL RADESTÎ ÇETEYAN KIR'

Rojhilat da xuyakirin, ku tevgera PKK'ê dema bi xeteriya Komkujiya Şengalê hesiya xwest gerîla bişîne Şengalê, lê belê PDK'ê astengî derxist pêşiya wan û got, "Ji bo parastina Şengalê û herêmên bi vî rengî, Rêber Apo zûdeyî nirxandin kiribû."

Rojhilat axaftina xwe bi vî rengî dewam kir: "

"Berî Şengal bikeve, di çarçoveya perspektîfên Rêber Apo de tevgera me xwest dest li Şengalê werde. Ji bo vê jî kom hatin amadekirin. Di vê çarçoveyê de komek ji 12 kesan hat amadekirin. Ji bo gefa li hemberî gel bişikînin û gel biparêzin berê xwe dan Şengalê, cih û warê Derwêşê Evdî. Lê PDK bû asteng û 3 hevalên me girt. Bi vê rêbaza xwe ve alî DAIŞ'ê kir û bi vê desteka xwe ya ji bo çeteyan, di ketina Şengalê de rol lîst. Tevî hemû zehmetî û astengiyan jî hevalên me gihaştin Çiyayê Şengalê. Yanî çeteyan bi tena serê xwe êrîşî Şengalê nekirin, bi PDK'ê re ev yek kirin. PDK'ê gelê Şengalê neparast û Şengal radestî çeteyan kir. Tevî hêzeke mezin a pêşmergeyan û çekên giran jî gel neparast û di ser re dest danî ser çekên gel û nehişt gel xwe bi xwe biparêze. PDK'ê bi gotina 'Eger DAIŞ were em ê we biparêzin, ji xwe DAIŞ êrîşî Şengalê nake', gel xapand. Dema DAIŞ'ê êrîşî Şengalê kir, pêşmergeyan Şengal terikandin, reviyan û bi hezaran mirov radestî DAIŞ'ê kirin. Ev yek, di dîroka Kurdistanê, dîroka mirovahiyê de nehatiye dîtin. Di dîroka Kurdan de cihê vê nêzîkatiyê nîne ku gelê xwe teslîmî dijmin bike. Di nava Kurdan de çandeke bi vî rengî nîne. Lê PDK'ê ev kir. Di ser xaka xwe re jî nekarîbû bireviya, rabû xwe li xaka Rojava girt. Ew xendekên ku PDK'ê ji bo ambargoyê deyne ser gelê Rojava kolandibû, li pêşiya reva pêşmergeyan bûn asteng."

'HÊZÊN YPG/YPJ'Ê GELÊ ME RIZGAR KIR'

Rojhilat destnîşan kir, ku hêzên YPG/YPJ'ê civaka Êzidî parastine û wiha dewam kir: "YPG/YPJ hatin gelê me, pêşmerge parastin. Hêzên YPG/YPJ ku vîna esasî ya Kurdan temsîl dikin, di germa havînê de tî-birçî hatin gelê me parastin û ji êrîşên çeteyên DAIŞ'ê rizgar kirin. Hêzên YPG/YPJ'ê hêzên ku çanda Kurdan temsîl dikin e."

Rojhilat diyar kir, PDK ji komkujiyê berpirsyar e û ragihand, berxwedana li gundên Gir Zerik, Siba Şêx Xidir ên Şengalê hat kirin, berxwedana gel e.

Di dewama axaftina xwe de fermandarê HPG'ê yê Şengalê got, "Yekane berpirsyarê vê komkujiyê PDK ye. Gelê me li gundên Gir Zerik, Siba Şêx Xidir bi derfetên xwe li dijî çeteyan li ber xwe da. Lê belê hêzên pêşmergeyan li ber xwe nedan û gelê me di nava komkujiyê de hiştin. Li Şengalê, koma ji 12 kesan gel bi rêxistin kir, berê gel da Çiyayê Şengalê û li vir sîstemeke parastinê ava kir. Cihê çiyê ji bo Kurdan gelekî girîng e. Cihê ku Kurdan diparêze. Lewma berê gelê me da Çiyayê Şengalê. Hevalên li vê derê, bi derfetên xwe alîkarî dan gel. Heta ku hêzên YPG/YPJ'ê korîdor vekirin, gelek mirovên me bi taybetî zarok ji tîna jiyana xwe ji dest dan. Dema mirov vê tînin bîra xwe, nikarin tehemûl bikin, wijdanê mirovan qebûl nake. Ew mirovên vî gelî bûn, gelê me bû. Diviyabû bihatina parastin, lê nehatin parastin. Ji bo parastina gelê me yê li Çiyayê Şengalê, azadkirina Şengalê û rizgarkirina esîrên di destê DAIŞ'ê de, bi fermana tevgera me gerîla hatin Çiyayê Şengalê. Ji bo vîna civaka me ya Êzidî derxînin holê, şervanên azadiyê ber bi Çiyayê Şengalê ve herikîn. Hatin korîdor vekirin û gelê me yê li Çiyayê Şengalê ji êrîşên çeteyan rizgar kirin. Gelê me gihandin herêmên ewle."

'LI ŞENGALÊ BI LEHENGIYÊN MEZIN DÎROK HAT NIVÎSANDIN'

Rojhilat diyar kir, Şengal ji bo Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan xwedî cihekî taybet e û got, "Şengal cihê berxwedanê ye. Dîrokeke xwe ya cuda heye. Lewma divê Şengal bi rastî jî were rizgarkirin. Divê careke din Derwêş û Edûlê werin afirandin. Îro Derwêş û Edûlêyên xwe ji nû ve afirandiye. Şervanên azadiyê yên Kurdistanê ne tenê ji bo vekirina korîdorê û rizgarkirina gel hatin Şengalê. Ji bo vîn û hêza gel derxîne holê, xweparastinê bafirîne ku careke din komkujî neyê kirin, hatin Şengalê."

Rojhilat bal kişand ser lehengiyên di vê oxirê de hatin nîşandan û got, "Gelek şehadet çêbûn. Mîna Dilgeş, Vinar, Egîd gelek şehadetên me yên mezin çêbûn. Bi ked û berxwedana Rêberê me û şehîdên me, Şengal azad bû, hêza civaka me ya Êzidî YBŞ/YJŞ hat avakirin. Ev hêz her roj rêxistinbûna xwe xurt dikin. Ji ber ku ev hêz îdeolojî, felsefe û vîna berxwedanê ya Rêber Apo esas digirin."

'DIVÊ HEMÛ CIWANÊN ÊZIDÎ TEVLÎ NAVA REFÊN YBŞ/YJŞ'Ê BIBIN'

Ji fermandarên HPG'ê yên Şengalê Cûdî Rojhilat da zanîn, ku PDK hê jî di nava planên qirêj de ye û ev bang li ciwanên Êzidî kir:

"PDK a ku Şengal teslîmî çeteyan kir, îro ji bo vê hêzê qels bike hevkarî û planên qirêj dike. PDK dixwaze pêşî li tevlîbûna li nava refên YBŞ/YJŞ'ê bigire. Çawa ku Rêber Apo bi yek kesî destpê kir, dûre bû 6 kes û niha xwe gihandiye bi mîlyonan însanî, ev hêz jî wê bi vî rengî dewam bike. Ji ber ku tevgereke her bi pêş ve diçe. Her ku diherike, hêzê li xwe zêde dike. Lewma gav bi gav mezin dibe û kes nikare li ber bisekine. Ji bo careke din komkujî bi ser civaka me ya Êzidî neyê, pêwîste destekê bidin hêzên xwe yên xweparastinê. Girîng e tevlîbûnan zêde bikin. Ji bo vê jî divê li benda hêz û partiyên din nemînin. Di 3'ê Tebaxê de bi êşeke giran ev rastî hat dîtin. Girîng e xwedî li partî, meclîs û hêzên xwe yên xweparastinê derkevin. Eger ev were kirin, ne PDK, ne DAIŞ, ne jî hêzeke din dikarin li hemberî vî gelî, li hemberî Rojhilata Navîn planên xwe pêk bînin. Pêwîste ji çar parçeyên Kurdistanê, Ewropa, Kafkasya û Rûsyayê gelê me desteka xwe ya ji bo hêza xweparastinê YBŞ/YJŞ'ê zêde bike û biherike nava refên vê hêzê."