'DAIŞ'ê bi zorê pere ji Minbiciyan distand'
Minbiciyên ji zilma DAIŞ'ê rizgar bûn gotin, çeteyan xerac li ser gel ferz dikirin û cezayên giran li wan dibirîn.
Minbiciyên ji zilma DAIŞ'ê rizgar bûn gotin, çeteyan xerac li ser gel ferz dikirin û cezayên giran li wan dibirîn.
DAIŞ'ê ji kesekî cara yekemîn cixare dikişand 10 dolar, ji yê dubare dikir 25 dolar distand. Ji xwe tê zanîn, çeteyên DAIŞ'ê mirovên cixare dikişand 'ceza' dikirin. Vegotinên sivîlên ji navenda bajarê Minbicê rizgar bûne, zext û zilma çeteyên DAIŞ'ê ya li gelê Minbicê dikir, radixin pêş çavan.
Ebû Mihemed ê ji Minbicê da xuyakirin, ku li kesekî cara ewilî cixare dikişan 10 dolar, li yên ev yek dubare dikirin 25 dolar ceza dihat birîn û got, "Lê cezakirin ne tenê ev bû. Cezayê qusandina riyê 25 dolar bû. Yên deq li ser bedena wê/î hebû 40 rojan perwerdeya şerîatê ji wan re dihat dayîn."
ÇETEYÊN DAIŞ'Ê XERAC LI SER GELÊ MINBICÊ FERZ KIR
Sivîlê bi navê E.H.M. ku ji ber beşek ji malbata wî hê li Minbicê di destê çeteyên DAIŞ'ê de ye, nexwest navê xwe eşkere bike, anî ziman ku çeteyên DAIŞ'ê di bin navê bacê de ji her tiştî pere kom dikir. E.H.M. da xuyakirin, ku çeteyan bi vî rengî xerac li ser temamiya gelê Minbicê ferz kirin.
E.H.M. 16 roj berê ji navenda bajarê Minbicê hat û xwe gihand qadên azad. E.H.M. diyar kir, çeteyên DAIŞ'ê ew weke mertalên zindî bi kar danîn û gelek ji sivîlên xwestin derbasî qadên azad bibin, ji ber guleyên çeteyan jiyana xwe ji dest dan.
Sivîlê bi navê E.H.M. da zanîn, hin ji çeteyên DAIŞ'ê di berdêla dayîna 100 dolarî de çavên xwe li derketina sivîlan a ji bajêr digirin.
LI KESÊN RIYA XWE DIQUSAND, CEZAYÊ 25 DOLAR Û GELEK CEZAYÊN DIN DIHAT DAYÎN
Mihemed El Yaser ragihand, li kesên riya xwe diqusand bi 25 dolaran cezayê pere dihat birîn û tevî vê yekê cezayê lêdana bi qemçiyan li wan dihat birîn. Her wiha diyar kir, yên riya xwe diqusandin bi 40 rojan perwerdeya şerîatê li ser wan dihat ferzkirin.
Mihemed El Yaser da zanîn, ku çeteyên DAIŞ'ê ferz dikirin ku jin bi rengekî qet neyên dîtin bi kincê rewş xwe binixumînin û anî ziman, jinên li gorî vê tevnedigeriyan ewilî bi 10 dolarî, dûre bi 25 dolarî û 10 qemçiyan dihatin cezakirin.
Mihemed El Yaser diyar kir, ku jinên li nava erdan dixebitîn jî neçar bûn rûyê xwe bigirin û got, rojekê qaşo asayîşeke çeteyên DAIŞ'ê li hewşa malekê dît ku jinekê çarşefa reş li xwe nekiriye, gundiyan nehiştin ev yekîneya qaşo asayîşê êrîşî vê malê bikin, lê belê çeteyên DAIŞ'ê piştre bi hêzeke gelekî mezin êrîşî gund kirine, gelek kes kuştine û gelek kes jî bi cezayên curbecur ceza kirine.
ÇETEYAN DIBISTAN GIRTIN, DIBISTANÊN XÎLAFETÊ AVA KIRIN
Zarokê bi navê Ehmed Hesen da xuyakirin, ku li cihê çete lê ne, perwerde qedexe ye û anî ziman, ku çeteyên DAIŞ'ê 'xwendina li dibistanên Xîlafetê' li ser hemû zarokan ferz dikin.