NAV-DEM’ê ji bo 30’ê Tîrmehê bang kir

NAV-DEM’ê ji bo meşa li Bîelefeldê ku wê 30’ê Tîrmehê têkîldarî Qetlîama Şengalê bê lidarxistin, banga tevlîbûnê kir.

Navenda Civaka Kurd a Demokratîk a Elmanya (NAV-DEM) ji bo meşa li bajarê Bîelefeldê ku wê 30’ê Tîrmehê bi boneya salvegera Qetlîama Şengalê bê lidarxistin, banga tevlîbûnê kir.

Di daxuyaniya nivîskî de NAV-DEM’ê destnîşan kir ku 3’yê Tebaxa 2014’an çeteyên faşîst ên DAÎŞ’ê ku bi desteka AKP’ê ne, Şengal kirin hedef, di şexsê civaka Êzîdî de hewl dan gelekî giştî û di eslê xwe de mirovahiyê tine bike.

Di daxuyaniyê de bal hat kişandin ku piştî wehşeta li Şengalê, li Qamişlo, Nisêbîn, Cizîr, Sûr û Teroyan û her wiha li welatên Ewrûpa jî qetlîam pêk hatine. NAV-DEM’ê diyar kir ku lewre xwedîderketina li Şengalê heman demê xwedîderketina li tevahî Kurdistan û Kurdan e, di heman demê de xwedîderketina li mirovahiyê ye, ji bo meşa 30’ê Tîrmehê ya li bajarê Bîelefeld a Elmanyayê jî banga tevlîbûnek xurt kir.