Gelek sîvîl hatin rizgarkirin
Şerê navenda bajarê Minbicê bi dijwarî didome, hat ragihandin ku Şervanên Meclîsa Leşkerî ya Minbicê gelek welatiyên sîvîl û rê û Çerxerêya El-Cezîra yên li rojhilatê bajêr rizgar kirine.
Şerê navenda bajarê Minbicê bi dijwarî didome, hat ragihandin ku Şervanên Meclîsa Leşkerî ya Minbicê gelek welatiyên sîvîl û rê û Çerxerêya El-Cezîra yên li rojhilatê bajêr rizgar kirine.
Şervanên Meclîsa Leşkerî ya Minbicê hezar û 500 wêlatiyên sîvîl yên ku ji aliyê çeteyên DAÎŞ’ê ve wek mertal dihatin bikaranîn rizgar kirin.
Duh li Taxa El Keclî ya Minbicê hezar welatiyên sîvîl hatibûn rizgarkirin û tax ji çeteyan hatibû paqijkirin.
ŞER DIDOME, RÊ Û ÇERXERÊYA EL-CEZÎRA HATIN AZADKIRIN
Hat ragihandin ku şervanên Meclîsa Leşkerî ya Minbicê, piştî şerên dijwar ên bi çeteyan re, rê û Çerxerêya El-Cezîra yên li rojhilatê bajar, bi temamî ji çeteyan rizgar kirin û ber bi navenda bajar ve diçin.
Li Taxa El-Niêmiyê ya Minbicê jî di navbera Şervanên Meclîsa Leşkerî ya Minbicê û çeteyan de, şerê ji şevê din ve destpê kirine, didomin. Li vir gelek çete hatin kuştin û cenazeyê 6 ji wan ketin destê şervanan.