KURDISTAN
Hemû Nûçe
-
Di êrîşa li Qamişloyê de gelek kesan jiyana xwe ji dest dan
Li nêzî Mizgefta Qasimo ya li taxa Xerbî ya Qamişloyê, teqîneke dijwar rû da. Tê gotin, ji ber vê teqînê gelek kesan jiyana xwe ji dest dane û birîndar bûne. -
Li Minbicê 750 sivîlên din hatin rizgarkirin
Şervanên Meclîsa Leşkerî ya Minbicê, li Xaçerêyên El Rabîta û Dele û li taxa El Keclî 750 sivîl rizgar kirin û birin herêmên ewle. -
'Em ê heta dawiyê ji bo Rêberê xwe li ber xwe bidin'
Şêniyên Amedê xwestin, tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan were rakirin û gotin, ji bo azadiya Rêberê xwe ew ê heta dawiyê li ber xwe bidin. -
Li taxa Xerbî ya Qamişloyê teqîneke dijwar rû da
Li taxa Xerbî ya bajarê Qamişlo yê Rojavayê Kurdistanê teqîneke dijwar rû da. -
AKP li Wanê bi yewmiyê xwepêşandêran peyda dike
Li dû hewldana darbeyê ya 15'ê Tîrmehê, mîtîngên 'dijberiya darbeyê' yên ji ailyê AKP'ê ve hatine destpêkirin dewam dikin. Serokatiya AKP'ê ya Wanê, rojan 200 TL dide karmendên tevlî mîtîngê dibin. -
Komkujiya 33 Gule nehat ji bîr kirin
Di ser qetilkirna 33 gundiyên Kurd ên li navçeya Qelqelî ya Wanê re 73 sal derbas bûn. Xizmên mexdûran, nivîskar û siyasetmedaran dan xuyakirin, ku polîtîkaya komkujiyê hê jî dewam dike. -
'Eger dixwazin pêvajo veguhere demokrasiyê, divê hevdîtin destpê bikin'
Cîgira Seroka Koma HDP'ê Çaglar Demîrel diyar kir, piştî ragihandina Rewşa Awarte tecrîda li ser Ocalan careke din hatiye şidandin û got, "Eger dixwazin pêvajo veguhere demokrasiyê, divê derhal bi Birêz Ocalan re dest bi hevdîtinan bikin." -
Şervan derbên giran li DAIŞ’ê didin : 25 çete hatin kuştin
Di şerê navbera şervanên Meclîsa Leşkeri ya Minbicê û çeteyên DAIŞ’ê yên li eniya Minbicê û gundewarên wê de, 25 çete hatin kuştin. -
Li Geverê li hember qereqola Xirvatê çalakî
Li navçeya Gever a Colemrêgê gerîlayên HPG’ê li hember qereqola Xirvatê çalakiyek li dar xistin. -
Li Wanê çeteyên Qesrê kesek qetil kir
Li Wanê piştî di çalakiyê de ku leşkerek hate kûştin û şûn de çeteyên Qesrê yên ku êrîşî Taxa Xaçortê kirin, Tahîr Çaylak ê 75 salî qetil kirin. -
HSM, bîlançoya salekê ya şer eşkere kir: 2982 leşker û polîs hatin kuştin
HSM’ê, bîlançoya salekê ya şer eşkere kir. Li gorî vê gerîlayên HPG’ê 1199 çalakî li dar xistine. Di van çalakiyan de HSM’ê diyar kir ku 2982 leşker û polês hatine kuştin,1146 polês jî birîndar bûne. -
Nûçegihanên DÎHA û JINHA hatin binçavkirin
Li gel nûçegihanên DÎHA’yê Selamî Aslan û Mehmet Siddik Damar nûçegihanên JINHA’yê Esra Aydin û Ceylan Eraslan li Nisêbînê hatin binçavkirin. -
Li Minbicê dîmenên meşa azadiyê...
Meclîsa Leşkerî ya Minbicê ya ku di 1’ê Hezîranê de Hemleya azadikirina Minbicê dabû destpêkirin, di roja xwe ya 56. de bi hemû leza xwe dewam dike. -
Li Wanê leşkerek hat kuştin, 2 polîsên tîmên taybet û 2 leşker birîndar bûn
Li taxa Xaçort a Wanê, piştî teqîna di dema derbasbûna maşîna leşkerî ya li kolana Bayirli de şer derket û li gorî agahiyên destpêkê di vî şerî de leşkerek miriye, 2 polîsên tîmên taybet û 2 leşker birîndar bûne. -
Li Rihayê ji bo Ocalan çalakiyên nobedê destpê dikin
Li Riha û çar navçeyên wê, ji bo Ocalan çalakiyên nobedê destpê dikin. -
Li Mêrdînê çalakî: Gelek polîsên POH hatin kuştin
Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê diyar kir, di çalakiya sabotajê ya li nêzî gundê Kozberî yê li navçeya Mêrdîn Dêrikê de 4 çeteyên qesrê hatin kuştin, 5 jî birîndar bûn. -
Nisêbînî ji bo vegerê dilezînin
Piştî ku "qedexeya derketina derve" ya li Nisêbînê ji ser çend taxan hat ragirtin, Nisêbîniyan berê xwe dan cih û warê xwe. -
YPS: Li Mahsertê kontrola rê, li Wanê şer
Koordînasyona Giştî ya YPS'ê diyar kir, ev du roj in rêyên navçeya Mêrdîn Mahsertê di bin kontrola yekîneyên YPS/YPS Jinê de ne. Her wiha ragihand, li taxên Xaçort, Surmelî, Şehîd Firat û Artemêtan ên Wanê şer diqewime. -
AKP dide nav: Li Wanê qeyûm anî ser mizgeftê
Meleyê gundê Ebexê yê Wanê Koç, bi sedema ku tevlî merasîma cenazeyê PKK'yiyan bûye ji peywirê hate girtin. Li şûna meleyê ku peywirê hate girtin, yekî din hate danîn. -
Hevserokê HDP'ê yê Nisêbînê hat berdan
Hevserokê HDP'a Nisêbînê Ferhat Kût hat berdan. -
'Ocalan Rêberê me hemûyan e; divê azad bibe'
Nûnerên gel ên li Dêrikê, nerazîbûn nîşanî tecrîdkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan dan û xwestin, ev tecrîda şidandî derhal bê rakirin. -
Li Wanê di navbera ciwan û çeteyên Qesrê de şer derket
Li Wanê di navbera çeteyên Qesrê û ciwanên ku xwestin tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdûllah Ocalan şermezar bikin de şer derket. -
Hevserokê HDP'ê yê Nisêbînê hat binçavkirin
Hevserokê HDP'ê yê Nisêbînê Ferhat Kût hat binçavkirin. -
Cenazeyên 4 şervanên QSD'ê li Hesekê hatin veşartin
Cenazeyên 4 şervanên QSD'ê yên di Operasyona Şehîd Fermandar Feysel Ebû Leyla ya ji bo rizgarkirina Minbicê de jiyana xwe ji dest dan, li Hesekê hatin veşartin. -
Li Minbicê, 200 malbatên din derbasî qadên ewle hatin kirin
Endamên Meclîsa Leşkerî ya Minbicê 200 malbatên li taxen El Neyîm, El Keçelî û xaçerêya E-Beta asê ma bûn, derbasî herêmên ewle kirin.