'Em ê heta dawiyê ji bo Rêberê xwe li ber xwe bidin'
Şêniyên Amedê xwestin, tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan were rakirin û gotin, ji bo azadiya Rêberê xwe ew ê heta dawiyê li ber xwe bidin.
Şêniyên Amedê xwestin, tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan were rakirin û gotin, ji bo azadiya Rêberê xwe ew ê heta dawiyê li ber xwe bidin.
'Nobeda Azadiyê' ya ji bo şermezarkirina tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li Parka Koşûyolû ya Amedê tê lidarxistin, dewam dike. Şêniyên Amedê xwestin tecrîda li ser Ocalan bê rakirin û der barê mijarê de ji ANF'ê re axivîn.
'HETA EM AGAHIYÊ JI RÊBERÊ XWE BIGIRIN, EM Ê LI MEYDANAN BIN'
Cahît Pektaş: Bi salan e tecrîd li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan heye. Girankirina tecrîdê bû sedem ku li Kurdistan û Tirkiyeyê şer giran bibe. Desthilatdariya AKP'ê vê rewşê weke polîtîkayekê bi kar tîne û hewl dide bi vê rewşa aloz ve sîstemeke serokatiyê ji xwe re bîne. Heta ku tecrîd dewam bike, ev pirsgirêk jî wê zêde bibin. Gelê Kurd, bi taybetî gelê Amedê wê ti carî bi vê rewşê qayil nebe.
Nermîn Gunaydin: Bi salan e zext û talan li ser gelê Kurd heye. Li hemberî vê yekê em her tim li ber xwe didin û niha jî ji bo azadiya Rêberê xwe em li ber xwe didin. Pêwîste li hemberî neheqiya li gelê Kurd tê kirin, cîhan tev rabe ser piyan. Girîng e em xwedî li koka xwe derkevin. Em ji ber tenduristiya Rêberê xwe bi fikar in û dixwazin tecrîd derhal bê rakirin.
Firat Şahîn: Em dixwazin ev tecrîda nehiqûqî ya bi salan e li hemberî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan tê meşandin, were rakirin. Weke ciwanên Amedê em vê tecrîdê bi ti awayî qebûl nakin. Divê li dora maseya muzakere û aştiyê bicivin.
Aydin Bîngol: Pêwîste tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Birêz Abdullah Ocalan tavilê were rakirin. Malbat û parêzer bi ti awayî agahiyan jê nagirin. Em weke gelê Kurd jî ji tenduristiya wî bi fikar in. Bi rakirina tecrîdê re em dikarin ji nava vî şerî derkevin.
Emîne Kaya: Heta ku Rêberê me nîşanî me bidin, em ê bi şev û roj li kolanan û meydanan bin. Eger pêwîstî pê hebe, em amade canê xwe feda bikin. Em dixwazin tecrîda li ser Rêberê me bê rakirin û azad bibe. Rêberê me nebe, em jî nînin, wê cîhan tev tine bibe. Em li benda agahiyek jê ne.
Kiymet Dargin: Ji ber ku em agahiyan ji Rêberê xwe nagirin, em bi fikar in û em nizanin bê wê kengî agahî bê. Agahînegirtina ji Rêbertî, ji bo me mirin e. Eger Rêbertî nebe, em jî nabin. Em dixwazin Rêberê me azad bibe û aştî were. Em dixwazin derhal agahiyekê ji Rêberê xwe bigirin. Em hemû li ser şopa Rêberê xwe ne, agahînegirtina ji wî, me dikuje. Ji vê zilmê re êdî bes e. Em nûnerê aştiyê Rêberê xwe dixwazin.
Mûrat Ekîn: Piştî hewldana darbeyê me ti agahî ji Rêberê xwe negirtine. Em gelekî bi fikar in. Rayedarên dewlet û hikûmeta Tirk dibêjin, rewşa Rêberê me baş e, lê belê em ji wan bawer nakin. Em dixwazin êdî têkiliyek pê re were danîn. Em dixwazin agahiyekê jê bigirin. Heta ku em bibihîzin ku baş e, em ê li qadan bin û heta dawiyê li ber xwe bidin.
Sîpan Demîr: Li Kurdistanê ev demeke dirêj de darbe heye. Em bi dengê tankan dest bi rojê dikin. Niha jî em agahiyê ji Rêberê xwe nagirin. Em ji jiyana wî bi fikar in. Bi salan e tecrîd dewam dike. Qet nebe bila heyetek biçe Îmraliyê ku em agahiyekê jê bigirin.