'Eger dixwazin pêvajo veguhere demokrasiyê, divê hevdîtin destpê bikin'

Cîgira Seroka Koma HDP'ê Çaglar Demîrel diyar kir, piştî ragihandina Rewşa Awarte tecrîda li ser Ocalan careke din hatiye şidandin û got, "Eger dixwazin pêvajo veguhere demokrasiyê, divê derhal bi Birêz Ocalan re dest bi hevdîtinan bikin."

Cîgira Seroka Koma Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Çaglar Demîrel, tecrîda li derveyî hiqûqê ya li ser Ocalan û pêvajoya dawî ji ANF'ê re nirxand.

Demîrel da xuyakirin, ku hikûmeta AKP'ê berî salekê biryara şer stand û bi 24'ê Tîrmehê re polîtîkayê zext û tinekirinê ya li hemberî gelê Kurd xist meriyetê. Demîrel anî ziman, gelê Kurd xwedî sekneke mûezem e û ragihand, zîhniyeta li hemberî wan dixwaze vê seknê tesfiye bike.

Demîrel bal kişand ser tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, ku pêvajo beriya niha dît û vegot û wiha dewam kir: "Der barê hewldana îro ya darbeyê de Birêz Ocalan ne tenê ji bo Kurdan, li ser navê hemû gelên cîhanê nirxandineke mûezem kir û felsefeya xwe bi raya giştî re parve kir."

'BI RÊYA REWŞA AWARTE TECRÎD BÊHTIR HATIYE ŞIDANDIN'

Demîrel gotinên Ocalan ên li ser hewldana darbeyê ya 15'ê Tîrmehê careke din bibîr xist, bal kişand ser pêşdîtinên Ocalan ên di dema pêvajoya çareseriyê de û got, "Birêz Ocalan gotibû, eger pêvajoya çareseriyê biqede û gavek neyê avêtin, wê konsepta darbeyê bikeve meriyetê. Tiştên ku wê çaxê bilêv kiribû, îro yek bi yek bi cih tên. Dema mirov ji bo gelê Kurd û hemû gelên din dinirxînin, dibînin ku pêvajoyên çareserî û muzakereyê yên Birêz Ocalan gelekî hêja û giranbuha ne. Ne tenê gelê Kurd, em weke hemû gelên din jî dibêjin, tecrîda li ser Birêz Ocalan ne hiqûqî ye. Bi ragihandina Rewşa Awarte re tecrîda ji nû ve hat şidandin û ev rewş ne ya qebûlkirinê ye.

'EGER HIKÛMET LI RÊYEKE RIZGARIYA JI DARBEYÊ DIGERE, DIVÊ EWILÎ BI OCALAN RE HEVDÎTINÊ BIKE'

Bi dîtina min; ev pêvajoya heyî ji bo gelan cihê fikaran e, di vê demê de ne tenê hevdîtina malbatê û parêzeran, divê danûstandinên pê re bi lez û bez pêk werin û azad bibe. Li Tirkiyeyê, eger desthilatdariyek dixwaze xwe ji darbeyê rizgar bike, li şûna rêveberiya bi darbeyeke din, divê pêşî li azadiya Birêz Ocalan veke ku aştî û demokrasî weke armancekê daniye pêşiya xwe. Karê bi lezgînî divê were kirin ew e; pêwîste Birêz Ocalan tevlî vê pêvajoyê were kirin û azadiya wî bê nirxandin. Eger hikûmet li rêyeke rizgariya ji vê hewldana darbeyê digere, pêwîste bi Birêz Ocalan re dest bi hevdîtinan bike."

'GELÊ KURD JI BO RÊBERÊ XWE DI NAVA FIKARAN DE YE'

Demîrel da xuyakirin, ku piştî hewldana darbeyê mijara herî girîng a ji bo gelê Kurd; ewlekarî û tenduristiya Ocalan e û anî ziman, daxwazên ji bo hevdîtinê, bi armanca ji holê rakirina van fikarên gelê Kurd e. Demîrel bal kişand ser daxuyaniyên rayedarên Tirk ên îdîa dikin ku wan bi Ocalan re hevdîtin kirine û rewşa tenduristiya wî baş e û got, "Rewşeke mirov pê bawer bike nîne. Rayedarên hikûmetê dibêjin, tiştek nebûye. Lê em jî dibêjin, eger nebûya wê demê hûn çima hevdîtinên bi Birêz Ocalan re qedexe dikin? Destûr nayê dayîn ne malbat, ne parêzer, ne jî heyeteke serbixwe biçe hevdîtinê bike. Ev rewş gelê Kurd û hemû gelan dixe nava fikaran."

'BERPIRSYAR AKP Û QESR E'

Demîrel bibîr xist, ku Serokkomarê Tirk Recep Tayyîp Erdogan got, "Me Rewşa Aweate, bi tenê ji bo paqijkirina dewletê ji cemaeta Gulen a hewl da darbeyê bike, ragihandine" û pirsî ku çima roja Rewşa Awarte hat ragihandin, di çarçoveya Rewşa Awarte de tecrîda li ser Ocalan hat şidandin? Demîrel bersiva vê pirsê xwest û got, "Berpirsyarê rewşeke biqewime wê AKP û Qesr be." Demîrel destnîşan kir, ku eger dixwazin ev pêvajo veguhere aştî û demokrasiyê, divê beriya her tiştî hevdîtin bi Ocalan re were kirin.