Komkujiya 33 Gule nehat ji bîr kirin

Di ser qetilkirna 33 gundiyên Kurd ên li navçeya Qelqelî ya Wanê re 73 sal derbas bûn. Xizmên mexdûran, nivîskar û siyasetmedaran dan xuyakirin, ku polîtîkaya komkujiyê hê jî dewam dike.

Di 28'ê Tîrmeha 1943'an de, 33 gundiyên Kurd ên li Qelqeliyê, bi fermana Orgeneral Mûglali li Geliyê Sefo bi gulereşandinê hatin qetilkirin. Piştî ku desthilatdariya DP'ê komkujî xist rojeva meclîsê, komkujiya qetilkirina 33 gundiyan ji ber qeçaxçitiyê hat bihîstin. Di doza li ser komkujiyê de Orgeneral Mûstafa Mûglali, weke kesê rê li ber komkujiyê vekir, cezayê îdamê lê hat birîn. Mûglali piştî ku 5 salan di girtîgehê de ma, mir. Lê belê dewleta Tirk, 61 sal piştî ve komkujiyê di sala 2004'an de navê Mûglali li leşkergeha li Qelqeliyê kir û bi vî rengî îtibara wî teslîmî wî kir. Ji ber nerazîbûnan navê Mûglali di sala 2011'an de ji leşkergehê hat rakirin. Lê nerazîbûna xizmên mexdûran hê dewam dike.

Ji ber vê bûyera ku weke komkujiya 33 guleyan derbasî nava rûpelên dîrokê bû, dewletê lêborîn ji xizmên mexdûran nexwestiye. Di ser re, komkujiyeke bi heman rengî di sala 2011'an de li Roboskî hat kirin û 34 gundî bi bomberdûmanê hatin qetilkirin.

Komkujiya 33 guleyan bû mijara helbestek Ahmet Arîf. Rojnamevan-Nivîskar Gunay Aslan jî ev komkujî di pirtûka xwe ya bi navê "Yas Tutan Tarih" de vegot, ku pirtûk di sala 1989'an de hat weşandin. Aslan careke din lenet li komkujiyê anî û bibîr xist, tevî ku di ser re 73 sal derbas bûne jî dewletê hê lêborîn ji malbatên gundiyên Kurd ên xizan nexwstiye.

Aslan da xuyakirin, ku dewlet bi wesfa dewletbûnê ranabe û got, "Li Zîlan, Dersîm, Roboskî, herî dawî li Sûr, Nisêbîn, Gever û Cizîrê mirov wesfa dewletê nabînin. Lewma birîna ji ber van komkujiyan di dilê Kurdan de vebûye nayê pêçandin û pirsgirê girantir dibe. Ji ber ku dewlet wesfa dewletbûnê bi cih nîne û di çarçoveya hiqûq, edalet, demokrasî, aştî û biratiyê hesab nade, pirsgirêka Kurd hê jî di têkiliyên hundir û derve yên Tirkiyeyê de rê li ber nearamî, şer û krîzê vedike. Hewldana dawî ya darbeyê jî yekser bi meseleya Kurd ve eleqedar e."

Aslan destnîşan kir, ku rêya rizgariya Tirkiyeyê ji aloziya hundir û derve, demokratîkbûn û hesabdayîna dîroka xwe û çareseriya aştiyane û adîl a pirsgirêka Kurd e."

'YÊ HESABÊ KOMKUJIYAN NEDE, WÊ HER TIM BIBE HEDEFA DARBEYAN'

Cîzeyîr Ozkaplan ê di komkujiyê de kalkê wî jiyaan xwe ji dest da diyar kir, divê dewlet lêborîn3e ji wan bixwaze. Ozkaplan bibîr xist, ku dewleta hesabê dîroka xwe neda, di sala 2011'an de li Roboskî heman komkujî kir û got, "Tevî ku di ser re 73 sal derbas bûne jî, ev bûyer ji bo min hê teze ye û bi hêrseke mezin şermezar dikim. Ez komkujiyên Zîlan, Roboskî û hemû komkujiyên din ên li Kurdistanê hatin kirin jî şermezar dikim. Di wê demê de jî komkujî hebû, di vê demê de jî dewam dikin. Îro jî rewş bi heman rengî ye û mîna ku me li Roboskî dît komkujî dewam dikin. Eger dewletê hesabê komkujiya 33 Guleyan dabûya, wê Roboskî rû neda. Dewletê hê jî lêborîn ji gelê xwe nexwestiye. Çawa ku di komkujiya 33'ê Guleyan de xwe xapandin, eger ji wan heye ku bi komkujiyên niha wê karibin Kurdan tine bikin, hingî dîsa xwe dixapînin. Ez careke din komkujiyê şermezar dikim û em dixwazin dewlet lêborînê bixwaze. Vaye darbe tê kirin. Eger hûn destûrê bidin komkujiyan, wê darbe li we bê kirin. Yên li Roboskî komkujî kirin, di 15'ê tîrmehê de bi tankan pê li gel kirin."

HEVŞAREDARÊ SARAYÊ ÇALIŞKAN: MALBAT HÊ JÎ LI HESTIYÊN XWE DIGERIN

Hevşaerdarê Sarayê Abdulkerîm Çalişkan jî da xuyakirin, ku ew ê di salvegera komkujiyê de hin çalakiyan lidar bixin. Çalişkan Rewşa Awarte ya heyî bibîr xist û got, "Gelê me komkujî ji bîr nekiriye." Çalikan da xuyakirin, ku malbatên mexdûr ji hev belav dijîn û got, "Hinek jê li Konya, hin jî li Stenbolê dijîn. Di 28'ê Tîrmehê de em ê daxuyaniyê bidin çapemeniyê. Yê ku nav li leşkergehê kir û rakir heman AKP ye. Guhertina navê leşkergehê nayê wateya lêborînê." Çalikan diyar kir, malbat ji wan dixwazin cihê pêşiyên wan hatine qetilkirin û hestiyên wan bibînin.