KURDISTAN
Hemû Nûçe
-
Hevserokê DBP'ê yê Gimgimê Yilmaz hat girtin
Hevserokê DBP'ê yê Navçeya Gimgimê Mahîr Yilmaz hat girtin. Dadgeriya Tirk, Yilmaz şand Girtîgeha Tîpa e ya Mûşê. -
Ji Komalên Ciwan kongreya 'Tolhildan'ê
5. Kongreya Komalên Ciwan bi şiyara 'Bi tolhildana şoreşgerî, mêtîngeriyê parçe bike' di navbera 3-8'ê Tîrmehê de hat lidarxistin. -
Operasyona Minbicê di roja 55. de ye
Di çarçoveya operasyona Şehîd Ebû Leyla ya ji bo rizgarkirina Minbicê de, şervanên Meclîsa Leşkerî ya Minbicê ber bi navenda bajêr ve her bi pêş ve diçin. -
Yên ji zilmê direvin qala zilma DAIŞ'ê dikin
Fatîma El Mistefa tevî malbata xwe, ji Bab a ji aliyê DAIŞ'ê ve hatiye dagirkirin reviya û xwe li qadên azad ên Minbicê girt. El Mistefa qala hovîtiya çeteyên DAIŞ'ê yên dijminê jin û mirovahiyê kir. -
Li çiyayê Şengalê perwerdeya çand û hunerê
Zarok û ciwanên Êzidî bi pêşengiya ciwanên Rojavayî xwe li çiyayê Şengalê ji aliyê çand, muzîk û sînemayê ve perwerde dikin. -
4 çete li Minbicê hatin kuştin
Şervanên Meclîsa Leşkerî ya Minbicê li hemberî nuqteyeke çeteyan a li başûrê Minbicê çalakiya sabotajê pêk anîn. Di encamê de 4 çete hatin kuştin. -
'Divê tecrîda li ser Ocalan derhal bê rakirin'
Parlamentera HDP'ê ya Amedê Feleknas Ûca diyar kir, divê tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan derhal bê rakirin. Ûca da xuyakirin, ku piştî hewldana darbeyê, ew der barê tenduristiya Ocalan de bi fikar in. -
Li Amedê ji bo Ocalan ‘Nobeta Azadiyê’ destpê kir
Ji bo protestokirin tecerîda her ku diçe giran dibe û fikarên têkildarî rewşa Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan a piştî Rewşa Awarte ya li Tirkiyeyê hate îlankirin, li Amedê ‘Nobeta Azadiyê’ hate destpêkirin. -
Zarokek li Wanê hat binçavkirin
Li Wanê zarokeke 16 salî yê bi navê L.B, ji aliyê polîsên tîmên taybet ve hate binçavkirin. -
Tûncel: Erdogan, 12 salan welat bi darbekaran re bi rêve bir
Sabahat Tûncel di Kongreya Partiya xwe ya Bajarê Bedlîsê de axivî û diyar kir ku Erdogan, 12 salan hevpar welat bi darbekaran re birêve bir. -
Li Wanê panzera polîsên Tirk pê li zarokê 7 salî kir û qetilkir
Zarokê 7 salî yê bi navê Taha Kiliç ê li navçeya Îpekyolû ya Wanê ku li ber derê malê dilîst, panzera polîsan pê lê kirê, jiyana xwe ji dest da. -
Li Erxeniyê berxwedana fedayî: 7 tîmên taybet hatin kuştin
HPG'ê encamên şerê 21'ê Tîrmehê yê li Erxeniyê eşkere kir. HPG'ê diyar kir, gerîlayê bi navê Mahîr Amed ê li Erxeniyê bi rengekî fedayî li ber xwe daye, herî kêm 7 tîmên taybet kuştiye û 5 jî birîndar kiriye. -
Ji bo Ocalan wê li Amedê çalakî werin lidarxistin
Ji bo Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, ku bi ti awayî agahî jê nayê girtin û piştî hewldana darbeyê fikarên li ser ewlekarî û tenduristiya wî zêde bûn, wê li Amedê ji îro û pê ve çalakî bên lidarxistin. -
Rektora ji aliyê AKP'ê ve hatibû wezîfedarkirin, ji darbekariyê hat girtin
Ayşegul Jale Saraç a ji aliyê AKP'ê ve ji bo rektoriya Zanîngeha Dîcleyê hatibû wezîfedarkirin, ji ber hewldana darbeyê ya 15'ê Tîrmehê hat girtin. -
Pêşmergeyan ji eşîrên Ereb ên Sûnî re gotin: Ji bo Hewîcê fermo hûn bidin pêş
Eşîrên Ereb ên Sûnî yên li Kerkûkê, ji bo Hewîcê ji DAIŞ'ê paqij bikin bang li pêşmergeyan kirin. Wezareta Peşmergeyan bersiv da vê bangê û ji eşîran re got, "Ti planeke me tineye. Em dikarin ji we re bibin alîkar, fermo hûn Hewîcê rizgar bikin." -
'Bila Zehra Dogan were berdan'
Cemiyeta Rojnamevanên Azad (CRA) xwest ku Edîtora Ajansa Nûçeyên Jinan (JINHA) Zehra Dogan ku duh li Nisêbînê hatibû girtin were berdan. -
Cenazeyên 5 cangoriyan li Qamişlo hatin veşartin
Cenazeyên 5 têkoşerên Meclîsa Leşkerî ya Minbicê li goristana Delîl Saroxan a bajarê Qamişlo, hatin definkirin. -
Ji Nisêbînê 3 cenaze hatin rakirin
Ji Nisêbînê 3 cenaze hatin rakirin, ku yek jê yê jinekê ye. Cenaze ji bo otopsiyê birin Amedê, piştre ji bo teşxîskirinê anîn Nexweşxaneya Dewletê ya Qoserê. -
'Peymana Lozanê bû fermana Kurdan'
Gerîlayên HPG'ê bal kişandin ser parçekirina Kurdistanê bi peymana Lozanê ya di 24'ê Tîrmeha 1923'an de hat îmzekirin û destnîşan kirin, ku ev peyman dijminatiya li gelê Kurd e. -
Çeteyên ji sê aliyan ve êrîş kirin, derba giran xwarin
Çeteyên DAIŞ'ê yên xwestin dorpêça li ser Minbicê rakin, ji sê aliyan ve êrîş kirin. Êrîşên çeteyan hatin şikandin û herî kêm 37 çete hatin kuştin. -
Gerîlayan li Colemêrgê lê dan: Gelek leşker hatin kuştin
Li navçeya Çelê ya Colemêrgê, gerîlayan danê vê sibehê li hemberî artêşa Tirk çalakiyên berfireh lidar xistin. Di çalakiyên li hemberî 4 baregehên leşkerî de gelek leşker hatin kuştin. -
Dîmenê çalakiyên birîna rê û sabotajê yên li Ebexê
Gerîla TV, dîmenê çalakiyên gerîla yên birîna rê û sabotajê, ku di 24'ê Gulanê de li navçeya Wan Ebexê hatin lidarxistin, weşand. -
'Em ji tenduristî û ewlekariya Ocalan bi fikar in'
Polîtîkaya tecrîd û îzolasyonê ya li hemberî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, ku ji 5'ê Nîsana 2015'an û vir ve hatiye şidandin, piştî hewldana darbeyê ya 15'ê Tîrmehê bû sedema endîşeyên mezin. -
Şer li Minbicê giran e: 31 çete hatin kuştin
Di navbera şervanên Meclîsa Leşkerî ya Minbicê û çeteyên DAIŞ'ê de li taxa El Keclî şerekî dijwar diqewime. Di vî şerî de heta niha 31 çete hatine kuştin. -
Kontrola rêya Dersîm-Erzînganê di destê gerîla de ye
Piştî ku kontrola Geliyê Pîlemûriyê ket destê gerîla, Walîtiya Tirk a li Dersîmê rêya bejahî ya navbera Dersîm û Erzînganê li trafîkê girt.