Li çiyayê Şengalê perwerdeya çand û hunerê

Zarok û ciwanên Êzidî bi pêşengiya ciwanên Rojavayî xwe li çiyayê Şengalê ji aliyê çand, muzîk û sînemayê ve perwerde dikin.

Şoreşa Rojavayê Kurdistanê, ku bi sîstema xwe bala tevahiya cîhanê dikişîne ser xwe, tevî qadên civakî, siyasî û leşkerî ji aliyê çandî ve jî her bi pêş ve diçe. Ciwanên li sazî û akademiyên çandê ev demeke xwe perwerde dikin, edî gihaştine asta dayîna perwerdeyê.

Şoreşa Rojavayê Kurdistanê, ku di roja destpêkê ya fermana 73'an a li Şengalê de xwe gihand hawara civaka Êzidî û li gorî derfetên xwe xwedî li Şengalê dernek, niha jî di ji nû ve avakirin û birêxistinkirina Şengalê de jî hewl dide bi erk û berpirsyariya neteweyî rabe.

Yek ji van berpirsyariyan jî perwerdekirina ciwanên Şengalê ji aliyê çandê ve ye. Di vê çarçoveyê de 5 ciwanên ji Akademiya Şehîd Herekol a li bajarê Tirbespiyê mezûn bûn, niha li çiyayê Şengalê perwerdeyê didin ciwan û zarokan.

Ciwanê bi navê Cîhad ê ji bajarê Amûdê, li çiyayê Şengalê perwerdeya şanoyê dide zarok û ciwanan. Ji bo sedema hatina xwe dibêje: "Daxwaz me bû em werin gelê Şengalê bibînin. Ji ber ku niha jî di nava jiyanek zehmet de dijî û dev ji axa xwe berneda. Bi taybetî ji bo van bibînim hatime vir."

Cîhad beriya were Şengalê hêviyên dikir jî wiha anî ziman: "Ji min hebû ku em ê ciwanên bi emr perwerde bikin. Lê piranî wan zarok in. Lê çiqasî biçûk bin jî ji karê xwe hez dikin û bi hezkirin tên hînê şanoyê dibin."

Cîhad destnîşan kir ku ew şanoyê hem ji aliyê teorî hem jî ji aliyê pratîkê ve hînî şagirtan dike û wiha pêde çû: "Em niha 15 zarok û ciwanan perwerde dikin. Beriya em werin vir van ciwan û zarokan tenê şano wekî pêkenokê didîtin. Lê niha fêm dikin ku şano eynika civakê ye, êş û kêfxweşiya civakê rave dike. Her wiha em dîroka şano jî hîn dikin. Dîsa, êdî şagirtên me dikarin mîmik û tevgerên xwe bi awayek rast bi kar bînin. Hînî derketina ser dikê û liv û tevgerê dibin."

JI BO EM JI NÊZ VE ÊŞA ÊZIDIYAN BIBÎN, EM HATIN

Mamosteyê muzîkê Kawa Xalid ji bajarê Hesekê hatiye Şengalê. Da xuyakirin, ku wan di şoreşê de çiqas zehmetî ditîne baş dizane, lê Şengalê jî êşeke giran kişand û niha jî berxwedanek bêhempa heye. Kawa Xalid got: "Me êşa civaka Êzidî ji kûrahiya dilê xwe hîs dikir. Ji bo dîtina vê êşê em hatin vir û me xwest ciwanên Êzîdxanê perwerde bikin."

Xalid ragihand, beriya ew werin ciwanên Şengalê bingehek yan jî tecrûbeyek xurt a muzikê nebû û wiha dewam kir: "Tecrûbeyên ku me di akademiyê de dîtin, me xwest wan tecrûbe û perwerdeya xwe bi Şengalê re jî parve bikin. Niha fêr dibin û ev jî me kêfxweş dike. Niha şagirt gihiştine asteke baş, pêşiya wan jî vekiriye."

ZAROKÊN ŞENGALÊ ASTENGIYAN NAS NAKIN

Xalid astengiyên ku dikişînin wiha anî ziman: "Em weke mamoste qet astengiyan nabînin. Lê şagirtên tên perwedeyê ji ber malên wan dûr in, hinekî bi derengî tên. Lê ji ber ciwan û zarok ji perwerdeya çandê hez dikin, ev li pêşiya wan jî nabe asteng."

Xalid desntîşan kir ku sedemê hatina wan, parvekirina tecrûbeyê xwe bi zarokên Şengalê re ye.

Mamosteyê kamera û arşîvê Ebdulah Hecî Gundo ji Kobanê ye. Da zanîn, ku wan ji zûdeyî dixwestin werin Şengalê û got, "Ez bi xwe mamosteyê sînemayê me. Em hatin vir me dît pêwîstî heye, me got em perwerdeya kamera û arşîv bidin. Lê xewnên me yên salan bû em werin Şengalê bibînin. Civaka Êzidî gelekî mêvanperwer û vekirî ye."

Ebudulah ragihand ku şagirtên perwerde dikin gihiştine asteke ku bikaribîn êdî xwe bi xwe perwerde bikin û hewcedarî kesekî nebin.

ÊŞA ME KOBANÊ Û ŞENGALÊ YEK E

Ebdulah êşa KobanÊ û Şengal şiband hev û got: "Êşa gelê me yê Şengalê û Kobanê yek e. Dema ku ez zarokên Şengalê dibînim, zarokên Kobanê tên bîra min. Çiqasî me li Kobanê êş kişandin, civaka Êzidî jî heman êş kişand, heya ji me zêdetir jî kişand. Ji ber ku bi hezaran jin û keçên Şengalê ketin destê DAIŞ’ê."

Mamosteyê govendê Mihemed Şêxo ji bajarê Qamişlo hatiye û diyar kir ku ew ji bo perwerdeya govendê hatiye. Mihemed Şêxo got, : "Her roja diçe şagirtên tên perwerdeya govendê û beşên din zêdetir dibe. Ji ber ku wext kêm e û zehmet jî dibe, em govendên herêm bi herêm bidin şagirtan, ji bo wê jî me her herêmek 2 govend hilbijart û didin wan."

Xwendekar û şagirtên ku li ber destê ciwanên Rojava perwerdeyê dibînin, jî nêrînên xwe wiha parve kirin: "Me ji karê çand û huner tiştek fam nedikir. Lê piştî hatina mamosteyên me yên Rojava di beşê Şano, govend, muzîk, kamera û hwd de em gihiştine astekê. Bi hatina van mamosteyan em pir kêfxweş in. Perwerdeya ku em dibînin, em ê di dema pêş de bibin mamoste û zarokên pêşeroja Êzdîxanê perwerde bikin. Em spasiya mamosteyên xwe dikin hatine me perwerde dikin."

...