Parlamentera HDP'ê ya Amedê Feleknas Ûca diyar kir, divê tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan derhal bê rakirin. Ûca da xuyakirin, ku piştî hewldana darbeyê, ew der barê tenduristiya Ocalan de bi fikar in.
ELÎF DOGAN
AMED
duşem, 25 tîrmehê 2016, 07:00
Parlamentera HDP'ê ya Amedê Feleknas Ûca diyar kir, divê tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan derhal bê rakirin. Ûca da xuyakirin, ku piştî hewldana darbeyê, ew der barê tenduristiya Ocalan de bi fikar in.
Ûca der barê tecrîda li ser Ocalan û pêvajoya dawî de ji ANF'ê re axivî.
'BIRÊZ OCALAN XETA SOR A GELÊ KURD E'
Ûca tecrîda şidandî ya li ser Ocalan şermezar kir, ku zêdeyî salek e qet agahî jê nayê girtin û diyar kir, ji ber ku ew bi ti awayî nikarin agahiyê ji Îmraliyê bigirin, di nava fikaran de ne. Ûca bibîr xist, ku ev 5 sal in destûr ji parêzeran re nayê dayîn ji bo biçin Îmraliyê û got, "Mafê hevdîtinê yê malbatê jî ev 2 sal in tê binpêkirin. Bi astengkirina hevdîtina Heyeta Îmraliyê re bi temamî hatiye tecrîdkirin. Birêz Ocalan xeta sor a Gelê Kurd e. AKP dixwaze vê xetê ji bo berjewendiyên xwe bi kar bîne û bi tecrîda li Îmraliyê re Ocalan ji gelê Kurd îzole bike. Lê belê em polîtîkaya tecrîdê ne weke mijareke siyasetê, weke mijaree jiyanê dibînin. Îro bi mîlyonan mirov li vî welatî Birêz Ocalan weke Rêberê xwe dibîne. Di vê çarçoveyê de 10 mîlyon îmzeyên hatin berhevkirin radestî Parlamenta Ewropa, Komîteya Pêşîgirtina li Îşkenceyê (CPT), Konseya Ewropa û Meclîsê hatin kirin."
'PIŞTÎ HEWLDANA DARBEYÊ FIKARÊN ME ZÊDETIR BÛN'
Ûca da zanîn, di çareseriya pirsgireka Kurd, pêk hatina aştiyê û guherîn veguherîna Tirkiyeyê ya ji aliyê demokrasiyê ve, rola Ocalan gelekî girîng e û bibîr xist, ku eger hevdîtinên tên kirin û pêvajoya tê meşandin neyê dewamkirin, wê hêza darbeyê bikeve dewrê. Ûca bal kişand ser rewşa xetere ya piştî hewldana darbeyê ya 15'ê Tîrmehê û diyar kir, bi detay û nûçeyên di medya wan de piştî hewldana darbeyê hatin weşandin re, derket holê ku konsepta wan a li ser Îmraliyê çi ye.
Ûca di dewama axaftina xwe de got, "Ji bo ev fikar ji holê rabin, divê derhal malbat, parêzer, yan jî heyetek biçe Îmraliyê, bi Ocalan re hevdîtinê bike û rewşa wî bibîne. Rayedarên dewletê û AKP'ê dibêjin rewşa Birêz Ocala baş e, lê em ji van daxuyaniyan bawer nakin. Ji ber ku dewlet û AKP ji berê ve dibêje di rewşa Birêz Ocalan de pirsgirêk nîne. Lê tecrîdê bi rengekî herî giran dimeşîne. Ev rewşeke bê qebûlkirin nîne.
Bi taybetî, darbeyê fikarên me zêde kir. Ji ber ku em nizanin rewş niha ber bi ku ve diçe. Li dijî planên li hemberî Ocalan tê kirin divê tecrîd derhal were rakirin, şert û mercên ragirtina Ocalan bên sererastkirin û derhal ji Îmraliyê were derxisitn. Ti rîskek li hemberî Ocalan ne ya qebûlkirinê ye. Lewma divê gelê Kurd û hemû gelên demokrat, ji bo demokrasiya li Rojhilata Navîn, di çarçoveya perspektîfa demokrasiyê ya Ocalan de armanca azadiya Ocalan deynin pêşiya xwe û ji bo jiyaneke wekhev û bi rûmet bikevin nava tevgerê."
'OCALAN PIREK DI NAVBERA GELÊN KURD Û TIRK DE YE'
Ûca got, "10 xalên Mutabaqata Dolmabahçeyê ya bi raya giştî re hatin parvekirin, ji bo Tirkiyeya demokratîk bingeha herî mezin e" û anî ziman, eger pêvajo li ser vê mutabaqatê dewam bikira, îro ne ev darbe rû dida, ne jî li Tirkiyeyê krîzeke din derdiket holê.
Ûca diyar kir, her tişt bi hev ve girêdayî ye û ragihand, yekane kesê beriya her kesî komkujiya li Şengalê rû bide dît, Birêz Ocalan e. Ûca got, "Yê gefê li hemberî Rojava dît jî Birêz Ocalan bû, yê gefên li Tirkiyeyê dît jî Birêz Ocalan bû. Birêz Ocalan di nava çar dîwaran de kesê herî zêde pêşdîtinan li ser qewimînan dikin e. Di vî warî de hem hişyariyên xwe dike, hem jî nexşerêyê destnîşan dike. Lê belê heta roja îro ev 17 sal in di nava tecrîdê de tê ragirtin. Li Ewropa, tirkiye û çar aliyên Kurdistanê ji bo azadiya Ocalan çalakî hatin lidarxistin. Dewleta Tirk û desthilatdariya AKP'ê çavên xwe li vê nerazîbûnê girtin û tecrîd dewam kirin. Ji ber vê yekê, divê gelê Kurd, demokrat û aştîxwaz xwedî li Birêz Ocalan derkevin. Birêz Ocalan pirek e di navbera gelên Kurd û Tirk de. Birêz Ocalan kesê ku ji bo demokratîkbûna Tirkiyeyê perspektîfa herî mezin datîne holê ye. Birêz Ocalan dikare di vî warî de pêşengiyê ji guhertineke mezin re bike. Birêz Ocalan navê aştî û çareseriyê ye. Her kesên aştî û çareseriyê dixwazin divê li dora Ocalan bicivin.
BI PÊŞENGIYA OCALAN, GELÊ KURD PÊŞENGIYÊ DIKE
Ûca destnîşan kir, ku cîhanê di çarçoveya felsefe û paradîgmaya Ocalan de gelê Kurd nas kiriye û gelê Kurd ji xwe re mînak girtiye. Ûca got, "Dema mirov li Şoreşên Rojava û Şengalê dinêrin, li Başûrê Kuridstanê dinêrin, dibînin ku bi pêşengiya Ocalan gelê Kurd weke pêşeng li pêş e. Îro bi mîlyonan mirov ji bo Birêz Ocalan dadikeve kolanan, xwedî lê derdikevin."
Ûca destnîşan kir, ku gelê urd wê xwedî li xeta Ocalan derkeve û bibe şopdarê vê xetê û da zanîn, polîtîkaya AKP'ê, Tirkiyeyê roj bi roj ber bi kaseke mezintir dibe. Ûca xwest, tecrîda li ser Ocalan derhal bê rakirin û şert û mercên ji bo muzakereyê werin amadekirin. Ûca destnîşan kir, ku Ocalan pirek ber bi azadî û demokrasiyê ve ye.