Hevserokê DBP'ê yê Gimgimê Yilmaz hat girtin
Hevserokê DBP'ê yê Navçeya Gimgimê Mahîr Yilmaz hat girtin. Dadgeriya Tirk, Yilmaz şand Girtîgeha Tîpa e ya Mûşê.
Hevserokê DBP'ê yê Navçeya Gimgimê Mahîr Yilmaz hat girtin. Dadgeriya Tirk, Yilmaz şand Girtîgeha Tîpa e ya Mûşê.
Hevserokê DBP'ê yê navçeya Mûş Gimgimê Mahîr Yilmaz, rêveberên DBP'ê yên navçeyê Ramazan Aktaş û Yûnûs Vûral ên pêr li Gimgimê hatibûn binçavkirin, piştî ragirtina li Midûriyeta Emniyetê ya Navçeyê, duh êvarê birin edliyeyê.
Dozgeriyê piştî îfadeyê Aktaş û Vûral serbest berda, lê bi daxwaza girtinê Yilmaz radestî dadgeha nobedar kir. Dadgeha Tirk jî bi îdîaya "endametiya rêxistinê" biryara girtina Yilmaz da û ew şand Girtîgeha Tîpa E ya Mûşê.