'Bila Zehra Dogan were berdan'

Cemiyeta Rojnamevanên Azad (CRA) xwest ku Edîtora Ajansa Nûçeyên Jinan (JINHA) Zehra Dogan ku duh li Nisêbînê hatibû girtin were berdan.

Desteya Cemiyeta Rojnamevanên Azad têkildarî girtina Edîtora JINHA’yê Zehra Dogan daxuyaniyeke nivîskî da. Di daxuyaniyê de hate gotin rojnamevanên ku li Tirkiyê rasteqîniyê dinivisîn, bi gel re par ve dikin û ya nedîtî dîtbar dikin têne binçavkirina û girtin. Di daxuyaniyê de hate gotin, Zehra Dogan ku li Nisêbînê bi mehan e, li cihê ku şer lê giran bû, li pey şopa nûçeyan bû, piştî ku ji navçeyê derket, 22’yê Tîrmehê li Mêrdînê hate binavçkirin û bi hinceta îfadeya 'şahid'an  biryara girtina wê hate dayîn.

Di îfadeya şahid de hate gotin, "Nasnemeya zelal a vê kesê ez li vir hîn bûm ku Zehra Dogan e. Navê wê nizanim, rojnamevan e" û ev îfadeya şahid bû hinceta girtinê. Zehra di parastina xwe de diyar kir, ew rojnamevan e û sûcdariyên li ser wê bi temamî ji ber kar û barê wê yê rojnamevaniyê ye û li gel ku diyar kir ew endama Sendîkaya Rojnamevanên Tirkiyeye jî hatiye girtin.

Di daxuyaniyê de hate gotin, "Edîtora JINHA’yê Zehra Dogan ji ber ku rastî dinivîsî hate girtin. Em wekî Cemiyeta Rojnamevanên Azad girtina hempîşeya xwe şermezar dikin. Em dixwazin ku bi bayê bezê serbest were berdan. Weke her carê me gotî, weke CRA, em ê li pişt wan hevalên xwe bin ku tim rastiyê dinivîsin û em ê heqê wan her biparêzin."