Ji bo protestokirina tecrîda girankirî û fikarên têkildarî rewşa Ocalan ya ku piştî îlankirina Rewşa Awarte, di pêşengtiya Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) û Partiya Gelan a Demokratîk (HDP)’ê li Parka Koşûyolû ya Amedê “Nobeta Azadiyê” hate destpêkirin. Gelek kes beşdarî çalakiya nobetê ya ku wê 3 rojan dewam bike bûn. Parlementera HDP’ê ya Amedê Sîbel Yîgitalp û Feleknas Ûca, Hevseroka Partiya Civaka Demokratîk (DTK) Leyla Guven, nûnerên rêxistinên civaka sivîl û aktivîstên KJA’yê jî piştgirî kirin.
Çalakî wê 3 rojan di saet 19:00 de destpê bike heta saet 23:00’an bi dawî bibe.