Yên ji zilmê direvin qala zilma DAIŞ'ê dikin

Fatîma El Mistefa tevî malbata xwe, ji Bab a ji aliyê DAIŞ'ê ve hatiye dagirkirin reviya û xwe li qadên azad ên Minbicê girt. El Mistefa qala hovîtiya çeteyên DAIŞ'ê yên dijminê jin û mirovahiyê kir.

Fatîma El Mistefa ya 36 salî, ji Babê reviya û ji aliyê gundê Oseclî ve xwe gihand qadên azad ên Meclîsa Leşkerî ya Minbicê.

Fatîma El Mistefa da xuyakirin ku ew dayika 5 zarokan e û ji ber zext, talan û zilma DAIŞ'ê tevî hevser û zarokên xwe ji Babê koç kirine û xwe li qadên Minbicê yên ji aliyê şervanên Meclîsa Leşkerî ya Minbicê ve hatine rizgarkirin, girtiye. El Mistefa da zanîn, çeteyên DAIŞ'ê hewl didin tabûrên ji jinan ava bikin û ji bo vê jî zexteke giran li jinan dikin.

Fatîma El Mistefa ragihand, ji ber pêkanînên qaşo şerîatê yên çeteyên DAIŞ'ê, îşkenceyên hovane li jinan tên kirin û anî ziman, çeteyên DAIŞ'ê heta roja îro gelek jin li bajêr recm kirine û gelek ji wan jî bi lêdana qemçiyan ceza kirine.

Fatîma El Mistefa da xuyakirin, ku çeteyên DAIŞ'ê jinên qaşo qanûnên şerîatê binpê kirine, bi qaşo yekîneyên xwe yên asayîşê direvînin, îşkenceyê li wan dikin, dest davêjin wan û anî ziman, yek ji jina bû hedefa hovîtiya destavêtinê ya DAIŞ'ê, xizma wê ye.

Fatîma El Mistefa diyar kir, mêrên ku jinên wan ji aliyê çeteyên DAIŞ'ê ve tên 'cezakirin' dev ji wan berdidin û hewl tê dayîn 'cezakirina jinan' ji bo hevserên wan weke şermeke mezin, gunek û kêmasiyekê di nava civakê de bê nîşandan, bi vî rengî zexta psîkolojîk tê kirin û gelek mêr jî ji ber vê yekê neçar mane dev ji hevjîna xwe berdin.

Fatîma El Mistafa destnîşan kir, ku ew li van qadên azad ewle ye û got, heta Bab neyê azadkirin ew ê venegere. Fatîma El Mistafa bang li hêzên QSD'ê kir ku herêma Şehba bi taybetî jî bajarê Babê yên ji aliyê çeteyên DAIŞ'ê û koalîsyona Sûrî ve hatine dagirkirin, rizgar bikin.

...