Kontrola rêya Dersîm-Erzînganê di destê gerîla de ye

Piştî ku kontrola Geliyê Pîlemûriyê ket destê gerîla, Walîtiya Tirk a li Dersîmê rêya bejahî ya navbera Dersîm û Erzînganê li trafîkê girt.

Kontrola Geliyê Pîlemûriyê, ku di navbera navenda Dersîm û navçeya Pîlemûriyê de ye, ket destê gerîla. Li ser vê yekê Walîtiya Tirk a li Dersîmê biryar da rê ji her du aliyan ve bigire. Di daxuyaniya walîtiyê ya li ser mijarê de diyar kir, komek ji 8-10 kesan kontrola nasnameyan dike, 'propaganda rêxistina terorê' dike û ji ber vê yekê rêya bejahî ya Dersîm-Erzînganê li trafîkê hatiye girtin. Walîtiya Tirk da xuyakirin ku 2 wesayîtên FEDAŞ'ê û 4 wesayîtên Îdareya Taybet a Bajêr hatine şewitandin û got, li herêmê operasyon hatiye destpêkirin.

Li gorî agahiyan, ji ber girtina rê, gelek qemyonên ji aliyê Erzîngane ve hatine li pêşiya Pîlemûriyê sekinîne û ji ber vê yekê rêzeke dirêj a ji wesayîtan çêbûye.