4 çete li Minbicê hatin kuştin

Şervanên Meclîsa Leşkerî ya Minbicê li hemberî nuqteyeke çeteyan a li başûrê Minbicê çalakiya sabotajê pêk anîn. Di encamê de 4 çete hatin kuştin.

Pêngava Meclîsa Leşkerî ya Minbicê, ku di 1'ê Hezîranê de ji bo azadiya bajarê Minbicê hat destpêkirin di roja 55'an de ye. Şevanên Meclîsa Leşkerî ya Minbicê derbên giran li çeteyên DAIŞ'ê dixin û ber bi navenda bajêr ve her bi pêş ve diçin.

Şervanên Meclîsa Leşkerî ya Minbicê, li derdora gundê Oseclî yê bi 13 kîlometreyan dûrî bajarê Babê ye û çar caran êrîşên giran ên çeteyan lê çêbûn, li hemberî nuqteyeke çeteyên DAIŞ'ê lê bûn çalakiyeke sabotajê pêk anîn.

Di encama çalakiyê de 4 çete hatin ukştin û gelek çek û cebilxaneyên çeteyan hatin desteserkirin. Her wiha cenazeyên 4 çeteyan li herêma di binê kontrola şervanan de man.

Çek û cebilxaneya bi dest ketiye ev e: 4 kleş û gelek fîşekên wê, 20 şarjorên Kleşê, 1 roketavêja B7 û 4 guleyên wê, 2 bombeyên destan, 1 telefon, 4 bombeyên destan ên Çînî û 1 bêtêla dîjîtal.