KURDISTAN
Hemû Nûçe
-
'Jinên Êzidî bi felsefeya Rêber Apo bûn xwedî hêz û îrade'
Endama Meclîsa Jinên Êzidî ya Şengalê Serhildan Serkeftin ragihand ku Şengal û bi taybetî jinên Êzidî beriya fermanê di zîndaneke servekirî de dijiyan û got, "Lê niha bûne xwedî hêz, îrade û rêxistina jinên Êzidî hatiye avakirin." -
Li Dirbêsiyê bi hezaran kes ji bo azadiya Ocalan meşiyan
Ji bajarên Serekaniyê, Til Temir, Dirbêsiyê, Hesekê û Zirganê yên Rojavayê Kurdistanê, bi hezaran kes li bajarê Dirbêsiyê li hev civiyan û ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan meşiyan. -
Li Dersîmê operasyona qirkirina siyasî
Li Dersîmê polîsên Tirk avêtin ser malan û 12 kes binçav kirin. Di nava binçavkiriyan de HDP'yî jî hene. -
Operasyona Minbicê: Taxa El Benawî hat rizgarkirin
Operasyona Şehîd Fermandar Ebû Leyla ya ji bo rizgarkirina Minbicê di 1'ê Hezîranê de destpê kir, li navenda bajêr dewam dike. Yek ji girîngtirîn taxên bajêr El Benawî hat rizgarkirin. -
Dilpêt: Bingeha Lozanê qirkirina çandî ye
Endamê Komîteya TEV-ÇAND'ê Delîl Dilpêt da xuyakirin, ku ku di peymana Lozanê de gotinek jî ji bo Kurdan nîne û destnîşan kir, dewleta Tirk piştî ku bi vê peymanê re xwe li qada navneteweyî fermî kir, êdî bi ser Kurdan ve hat. -
Evrîm Hakan a ji malbateke cerdevan tevlî gerîla bû bang kir: Dest ji cerdevaniyê berdin
Gerîlaya YJA Starê Evrîm Hakan bibîr xist, ku sîstema cerdevaniyê ji bo qetilkirina Kurdan bi destê Kurdan hatiye afirandin û bang li hemû cerdevanan kir, ku derhal dest ji cerdevaniyê berdin. -
Polîtîkayên dewleta Tirk ên tinekirinê, Tirkiyeyê bi xwe diqedîne
Gerîlayên HPG û YJA Starê yên li Kerkûkê gotin, "Dewleta TC a faşîst, ku ji bo têkbirina me bi her awayî êrîş dike û mekanîzmaya tinekirinê xistiye dewrê, xwe bi xwe diqedîne." -
Planên PDK û Tirkiyeyê û komkujiya Şengalê
Du sal di ser komkujiya Şengalê re derbas dibe. Di nava vê demê de, sedemên rûdana komkujiya Şengalê, armancên siyasî yên vê komkujiyê yek bi yek ronî dibin. -
Li hemberî benda kontrolê ya li ser rêya Pulurê çalakiya gerîla
Li hemberî benda kontrolê ya polîsan a li ser rêya navçeya Pulur a Dersîmê, gerîlayên HPG'ê çalakiyek lidar xistin. -
Baydemîr: Divê AKP ji Ocalan lêborînê bixwaze
Baydemîr, diyar kir ku Ocalan hişyariya ku wê darbe pêk were dabû AKP’ê, anî ziman ku AKP a ku guh nedan hişyariyên Ocalna û li ser vê re jî polîtîkayên tecrîdê pêk anîn divê ji Ocalan lêborînê bixwaze. -
Ji Ustek ê ku li Şirnexê beriya 3 rojan hate binçavkirin agahî nayê girtin
Yûsûf Ustek ê ku 3 roj berê ji aliyê tîmên taybet ve li mezrika Bilmadê ya Şirnexê hatibû binçavkirin, ti agahî jê nayên wergirtin. Birayê wî Omer Ustek got, birayê wî ji aliyê tîmên taybet ve hatiye binçavkirin û ji ber ti agahiyê jê wernagirin. -
2 şervanên ku li Minbicê jiyana xwe ji dest dan li Grî Spî hatin veşartin
2 şervanên ku di pêngava rizgarkirina Minbicê de jiyana xwe ji dest dan, li Girê Spî ber bi bêdawîtiyê ve hatin verêkirin. -
YPS: Di rojekê de 16 çeteyên Qesrê hatin kuştin, 3 wesayîtên zirxî, 3 Drone hatin rûxandin
Di çalakiyên rojekê yên şervanên YPS/YPS-JIN’ê de ku li Sêrtê di çarçoveya Pêngava Şehîd Çirav li dar xistin, 16 Polîsên Tîmên Taybet/Çete hatin kuştin. Panzerek, Akrepek, Kobrayek û 3 pêgerên keşfê yên Drone hatin îmhakirin. -
Li Serayê di dema derbasbûna trena bar de teqîn
Li navçeya Seray a Wanê di dema derbasbûna trena bar de qetînek dijwar qewimî. -
Gerîlayan rê xistin di bin kontrola xwe de
Gerîlayên HPG/YJA Starê li rêyên Dersîm-Erzîngan û Berwarî-Şaxê nasname kontrol kirin, têkîldarî pêvajoyê gel agahdar kirin. -
Xizmên windayan xwestin bi Ocalan re hevdîtin pêk were
Malbatên kesên ku ji hêla dewletê ve hatine windakirin û qetilkirin vê heftê jî çalakî lidar xistin. Di çalakiyên ve hefteyê de daxwaza hevdîtina bi Ocalan re hat kirin û Rewşa Awarte hat şermezarkirin. -
YPG: Li Şêx Meqsûdê 2 çete hatin kuştin
Navenda Ragihandinê ya YPG'ê diyar kir, êrîşên çeteyên koalîsyona Sûriyeyê yên li hemberî taxa Şêx Meqsûdê dewam dikin. -
Tûncel: Bila derhal heyetek biçe Îmraliyê
Hevseroka Giştî ya DBP'ê Tûncel hişyarî da ku xeteriyeke mezin li ser jiyana Ocalan heye û xwest, heyetek derhal biçe Îmraliyê. Tûncel got, "Heta ku rewşa Ocalan zelal bibe em ê çalakiyan lidar bixin." -
Hisên Çawîş li hemû devera Şoreşa Rojava bû
Heya sala 4’an ku şehîd ketî jî Hisên Çawîş di nav xebatên leşkerî, siyasî, îdeolojîk û çapameniyê de cihê xwe digirt û bi bawerî, biryardariyeke qeyîm têdikoşiya. Ji ber ku pirhêlî û bê sînor tevlî nava şoreşê bûbû, weke bîra Şoreşa Rojava bû. -
KONGRA-GEL: Em ji bo Rêber Apo rabin ser piyan
KONGRA GEL, li hemberî tecrîda giran a fikarên li ser ewlekariya jiyana Ocalan zêde kiriye, bang li gel kir ku rabe ser piyan. Di daxuyaniya Hevserokatiya KONGRA GEL de ev hişyarî hat dayîn: "Kî dikare çi bike bila niha bike, dibe ku sibe dereng be." -
Li Şemzînanê çalakiya li dijî qereqolê
Gerîlayên HPG û YJA Starê, li hemberî Qereqola Jendermeyan a Dûrak a li Şemzînanê çalakiyek lidar xistin. -
Akel: Rewşa Awarte ne kêmî hewldana darbeyê ye
Hevşaredara Êlihê Akdel nerazîbûn nîşanî biryara Rewşa Awarte da û diyar kir, ev yek ne kêmî hewldana darbeyê ye. -
Dayika Êzidî: Şengal ne bi şer, bi xiyanetê ji dest çû
Dayika Muhbet Salih anî ziman, ku wê bi çend zarokên xwe ji bajarên Şengalê berê xwe daye çiyê û got, "Şengal ne bi şerê giran û çekan hate şikandin, Şengal bi xiyanete hate şikandin." -
Çekên Tirkiyeyê li Minbicê hatin dîtin
Li ser desteka dewleta Tirk a ji bo DAIŞ'ê, belgeyên nû derketin holê. -
Şer li Minbicê giran e: 26 çete hatin kuştin
Şervanên Meclîsa Leşkerî ya Minbicê li taxa El Benawî bi pêş ve diçin. Di şerê duh bi şev de 26 çete hatin kuştin.