Çekên Tirkiyeyê li Minbicê hatin dîtin
Li ser desteka dewleta Tirk a ji bo DAIŞ'ê, belgeyên nû derketin holê.
Li ser desteka dewleta Tirk a ji bo DAIŞ'ê, belgeyên nû derketin holê.
Li Minbicê, çekên agiravêj ên çeteyên DAIŞ'ê yên ji aliyê Endustriya Kîmya Madenê (MKE) ya Tirk ve hatine çêkirin, bi dest ketin.
Şervanên Meclîsa Leşkerî ya Minbicê, roja 18'ê Tîrmehê êrîşên çeteyan ên ji aliyên Cerablûs Babê ve bi sê baskan hatin kirin, şikandin. Şervanan gelek çek û cebilxaneyên çeteyan bi dest xistin.
Di dîmenên ji aliyê ANHA'yê ve hatin weşandin de, li ser çekên agiravêj ên hatin bidestxistin, bernameya bikaranîna van çekan a bi Tirkî û logoya MKE li ser van çekan hat dîtin. Berê jî gelek caran çekên MKE ji ser çeteyên DAIŞ'ê hatibûn rakirin. Ev yek jî weke belgeyeke nû ya desteka Tirkiyeyê ya ji bo çeteyan, tê dîtin.
Çekên agiravêj ji bo rûxandina avahî û wesayîtan tên bikaranîn.