Polîtîkayên dewleta Tirk ên tinekirinê, Tirkiyeyê bi xwe diqedîne
Gerîlayên HPG û YJA Starê yên li Kerkûkê gotin, "Dewleta TC a faşîst, ku ji bo têkbirina me bi her awayî êrîş dike û mekanîzmaya tinekirinê xistiye dewrê, xwe bi xwe diqedîne."
Gerîlayên HPG û YJA Starê yên li Kerkûkê gotin, "Dewleta TC a faşîst, ku ji bo têkbirina me bi her awayî êrîş dike û mekanîzmaya tinekirinê xistiye dewrê, xwe bi xwe diqedîne."
Dewleta Tirk bi hemû hêzên xwe yên ewlekariyê re, di 24'ê Tîrmeha 2015'an de êrîşeke berfireh li hemberî Herêmên Parastinê yên Medyayê pêk anî bû û li dijî gerîlayan şerekî topyekûn îlan kiribû. Gerîlayên HPG û YJA Starê yên li Kerkûkê, yekemîn salvegera destpêkirina van êrîşên topyekûn ji ajansa me re nirxandin.
LI QADÊN GERÎLA Û BAJARÊN KURDISTANÊ BERXWEDANEKE BI HEYBET HAT KIRIN
Ji gerîlayên HPG'ê Elîşêr Qubîn bibîr xist, ku tevî hemû êrîşên dewleta Tirk jî gerîla di dema xwe ya herî xurt de ye û got, "Weke ku tê zanîn, dewleta TC a faşîst di 24'ê Tîrmehê de di çarçoveya konsepta tinekirina giştî de, li hemberî PKK, gerîla, gelê Kurd, hêzên sosyalîst û demokrat dest bi êrîşeek berfireh kir. Li hemberî vê yekê, li qadên gerîla û li bajarên Kurdistanê berxwedaneke bi heybet hat irin."
Qubîn îdîaya Davûtoglû ya 'qedandina PKK'ê' bibîr xist û got "Davûtoglû bi xwe winda kir. Davûtoglû bi tesfiyekirina PKK'ê re hatibû wezîfedarkirin. Lê belê ev rewş, rewşeke ji rêzê nebû û her tişt berevajî bû. Davûtoglû bi xwe qediya. Dewleta TC a faşîst ku ji bo qedandina me bi her awayî êrîş dike û mekanîzmaya tinekirinê xistiye dewrê, xwe bi xwe diqedîne."
GERÎLA GAV BI GAV ŞOREŞÊ PÊK TÎNE
Qubîn herî dawî ragihand, ku şoreşa Kurdistanê dûr nîne û got, "Di şexsê Şehîd Çiyager de, berxwedana Sûrê careke din berxwedana zîndanê ya 14'ê Tîrmehê zindî kir. Wekî din, di şexsê şehîd Mehmet Tûnç û Pakîzeyan de berxwedana duyemîn a zîndana Amedê pêk hat. Leşker û dewleta TC a faşîst êdî bi hev ketine, mîna marekî birîndar, tevî ku dizane wê bimire êrîş dike. Pêwîste vê yekê lbaş zanibin; heta dilopa dawî ya xwîna xwe em ê têkoşîna xwe bidomînin. Em soz didin ku ji bo bicihanîna xewn û xeyalên hemû hevrêyên me yên şehîd ketine, em ê bi ser bikevin. Em ê Kurdistanê azad bikin."
TI KES NIKARE BI HÊZEKE RÊXISTINBÛYÎ
Ji gerîlayên YJA Starê Sara Berxwedan da xuyakirin, ku wan soza pêkanîna şoreşê dane şehîdên şoreşê û got, "Ji 5'ê Nîsanê û vir ve li hemberî Rêberê me tecrîd tê meşandin. Li dijî gerîla jî, di 24'ê Tîrmehê de êrîşeke berfireh destpê kir. Ti kes nikare bi hêzeke rêxistinbûyî. Di vir de mirov dikarin rastiya dijmin bi zelalî bibînin. Ev êrîş tenê bi teknîkê tê kirin. Dijmin bi tenê bi teknîkê li hemberî me şer dike. Bêyî teknîkê dijmin nikare li ber gerîla bisekine. Divê ev yek baş were zanîn; teknîka herî baş mirov e. Gerîla xwe bi hemû taktîk û rêbazan li hemberî dijmin perwerde kir. Ev rewş jî xwe nîşan dide. Dijmin li Kurdistanê şikestiye. Em ê şopeke dijmin jî li Kurdistanê nehêlin. Meşa me ya ber bi şoreşê ve ji her alî ve dewam dike. Em bang li hemû jin û ciwanan dikin ku tevlî vê meşa şoreşê bibin."