Planên PDK û Tirkiyeyê û komkujiya Şengalê
Du sal di ser komkujiya Şengalê re derbas dibe. Di nava vê demê de, sedemên rûdana komkujiya Şengalê, armancên siyasî yên vê komkujiyê yek bi yek ronî dibin.
Du sal di ser komkujiya Şengalê re derbas dibe. Di nava vê demê de, sedemên rûdana komkujiya Şengalê, armancên siyasî yên vê komkujiyê yek bi yek ronî dibin.
Weke ku tê zanîn, di 3'ê Tebaxa 2014'an de çeteyên DAIŞ'ê li navçeya Şengalê ya ser bi wîlayeta Mûsilê komkujiyek kirin. Di vê komkujiyê de bi hezaran mirov hatin qetilkirin, bi hezaran kes esîr ketin destê çeteyan, bi sedan hezaran mirov koçber bûn. Di nava du salên bihurî de, bi têkoşîna bêhempa ya hêzên YBŞ/YJŞ, HPG/YJA Starê û YPG/YPJ'ê re di serî de bakurê Şengalê, navenda bajarê azad bûn û ket bin kontrola şervanan.
ŞENGAL PÊŞKÊŞÎ ÇETEYÊN DAIŞ'Ê HAT KIRIN
Beriya 3'ê Tebaxa 2014'an ewlekariya Şengalê radestî zêdeyî deh hezara pêşmergeyên ser bi Rêveberiya Herêma Kurdistanê hatibû kirin. Lê pêşmergeyan Şengal neparastin û pêşkêşî çeteyên DAIŞ'ê kirin. Em nebêjin pêşkêş kirin, ji bo demekê ji çeteyan re hiştin. Ji bo mirov fêm bikin bê çima Şengal pêşkêşî çeteyan hat kirin, divê mirov armanc û ranta siyasî ya PDK'ê ya beriya komkujiyê li herêmê dabû dû, binirxînin.
PEYMANA VEŞARTÎ YA LI AMMANÊ
Beriya Mûsil di 10'ê Hezîranê de bikeve, li paytexta Urdun Ammanê di 1'ê Hezîranê de bi beşdariya Tirkiye, Amerîka, PDK, Erebîstana Siûdî û Îsraîlê civînek hat lidarxistin. Di vê civînê de biryara ketina Mûsil, Til Efer û Şengalê hat dayîn. Dikare bê pirsîn, çima li benda civînek bi vî rengî man. Jİ bo vê jî divê mirov li siyaseta PDK'ê ya li herêmê binêrin.
Beriya vê, Serokê Hikûmeta PDK'ê Mesût Barzanî ji raya giştî re ragihand ku wê dewleteke Kurdistaneke biçûk ragihîne. Ji bo vê jî hin xebatên dîplomatîk meşand. Û di serî de Tirkiye desteka hin dewletan stand. Lê belê ji ber ku haya hikûmeta navendî ya Iraqê ji van planan hebû, bi ser neket. Armanc çi bû? Bi vê planê ve dixwestin sê armancên girîng pêk bîne.
DAIŞ'Ê DI ÇARÇOVEYA VÊ PLANÊ DE ÊRÎŞÊN XWE YÊN LI DIJÎ ROJAVA ZÊDE KIR
Yek jê, Şengal wê weke xaka Barzan bihata hesibandin. Ya duyemîn, şoreşa gelan a li Rojavayê Kurdistanê, piştî ku bi ambargoya PDK'ê hat bêbandorkiri, wê radestî çeteyên ENKS'ê yên ser bi PDK'ê ve bihata kirin. Bi vî rengî wê tevgera şoreşê ya gelên Roajva bihata bêbandorkirin û ser bi xaka Kurdistana 'bê avakirin' bihata bicihkirin. Ji bo vê jî li Başûrê Kurdistanê 'pêşmergeyên rojava' perwerde dikir, li ser sînorê Başûr û Rojavayê Kurdistanê xendek hatin kolandin, deriyê sînor ê Sêmalka hat girtin û ambargo li ser Rojava dihat meşandin. Tevî vê yekê, wê demê ti êrîşeke ewçend berfireh a çeteyên DAIŞ'ê hingî li hemberî Rojava û Sûriyeyê tinebûn. Jİ ber ku ev plan bi cih nehat, êrîşên xwe zêde kir.
MÛSIL Û KERKÛK WÊ RADESTÎ TIRKIYEYÊ BIHATA KIRIN
Aliyê din jî, yanî ya sêyemîn; di çarçoveya biryarên li Lozanê de statuya Mûsil û Kerkûkê bû. Ji bo vê jî desteka Tirkiyeyê girtibû, ku vê dewletê wextekê digot, 'Em naxwazin li başûrê me dewleta Kurdistanê ava bibe'. Biryara li Lozanê hat girtin çi bû? Eger sed sal di ser re derbas bibe, eger qutbûnek ji Iraqê çêbibe, yanî Iraq parçe bibe hingî wê Tirkiye karibe dest li Mûsil û Kerkûkê werde. Vê biryarê Tirkiye û Barzanî anîbû cem hev. Piştî daxuyaniya Barzanî ya li ser 'ragihandina dewleta Başûrê Kurdistanê', ji bo pirsên di vê der barê de dihatin kirin rayedarên Tirkiyeyê gotin, 'Ev pirsgirêka navxweyî ya Iraqê ye'. Bi vî rengî roj bi roj li benda pêkhatina vê armancê bûn.
BARZANÎ RÊ LI BER AMMANÊ VEKIR
Hikûmeta Navendî ya Iraqê ya haya xwe ji vê armancê çêbû, nerazîbûn nîşan da. Barzanî yê fêm kir armanca wî pêk nayê, pêwîstî bi destwerdana derve dît. Ji bo vê jî 4 roj beriya civîna 1'ê Hezîranê ya li paytexta Urdun Ammanê, Barzanî çû Ammanê, hin xebatên dîplomatîk meşand û rê li ber pêkhatina vê civînê kir. Navên beşdarên civîna Ammanê ku rojnameya Ozgur Gundemê di manşeta xwe ya 4'ê Tîrmeha 2014'an de ragihand, ev in:
"1. Berpirsyarê îstîxbarata Urdunê û nûnerê Qral Abdullah Salih Kelob (Berê Serokatiya Çapemeniya Urdunê kiribû)
2. Li ser navê PDK'ê Azad Berwarî (Derketibû holê ku di dema dorpêçî û êrîşên çeteyên DAIŞ'ê yên li hemberî Kobanê de çû Şamê û bi Beşar Esad re hevdîtin kir). Û alîkarê berpirsyarê îstîxbaratê Mesrûr Barzanî kesê bi navê Cûma
3. Rêxistinên seksiyon ên partiya Baasê
4. Li ser navê Tevgera Neqşîbendî Îzzetîn El Dûrî (Weke zilamê duyemîn ê Saddam tê naskirin)
5. Li ser navê Ceyş El Mucahîddîn Amîd Rûkûn û Ebû Mahîr
6. Li ser navê rêxistina Ensar El Îslam ku serkêşê wê Mele Kerakar e, kesê bi navê Seyfeddîn
7. Ceyş Ensar El Sûne
8. Ceyş El Tayfa El Mansûra (Ev rêxistin bi giranî ji Cezayîrî û Magrîbiyan pêk tê)
9. Kefayip Sewra El Îşrîn (Niha li Hewlêrê buroyên wan hene)
10. Ceyş El Îslamî
11: Şoraya Ensar El Tewhît
12. Şexsekî Lîbyayê yê navê xwe nehat zanîn. Tê gotin niha li Mûsilê ye."
DAIŞ'Ê JI MÛSILÊ DEST BI BICIHANÎNA PEYMANA AMMANÊ KIR
9 roj piştî civîna 1'ê Hezîranê li Ammanê hat kirin, çeteyên DAIŞ'ê êrîşî Mûsil a di bin kontrola artêşa Iraqê û pêşmergeyên PDK'ê de ye kirin. Ev êrîş bicihanîna planê bû. Di çarçoveya vê planê de hêzên ewlekariyê yên li Mûsilê wê li hemberî çeteyên DAIŞ'ê şer nekin û Mûsil teslîmî DAIŞ'ê bikin. Piştî vê plana destpêkê, PDK jî wê bavêje ser Kerkûk a ku Baskê 12. ê Artêşa Iraqê lê ye û dest deyne ser hemû çek û cebilxaneyên artêşê. Di vê mijarê de tê gotin ji Berpirsyarên Pêşmergeyan ê YNK'ê Şêx Caferî çavên xwe li vê girtiye. Tê gotin, nerazîbûna dema dawî a navbera YNK û PDK'ê ew e, ku PDK xwest bi vê serdegirtinê ve Kerkûkê ji destê YNK'ê derxîne. Bi vê yekê ve hevkariya qirêj a PDK'ê bi Tirkiyeyê re zelal dibe. Ji ber ku PDK dixwest YNK a hêzeke girîng e bêbandor bike û di çarçoveya planê de Kerkûkê radestî Tirkiyeyê bike.
DI ÊRÎŞA LI MÛSILÊ DE ROLA TIRKIYEYÊ JÎ DERKET HOLÊ
Her wiha parlamenta Iraqê piştî dagirkirina Mûsilê, der barê vê dagirkeriyê de komîsyonek lêkolînê ava kir. Di rapora komîsyona lêpirsînê de, ku piştî 8 mehan ji aliyê ANHA ve hat weşandin, di nava 36 kesên rola wan di teslîmkirina Mûsilê ji bo DAIŞ'ê de hebûn, Serokwezîrê Berê yê Iraqê Nûrî El Malîkî, Waliyê Mûsilê Asêl El Nûceyfî û xebatkarên Sefaretxaneya Bilind a Tirk hebûn. Û di dawiya raporê de tê gotin, di bûyera dagirkeriyê de dewleta Tirk rêxistinbûyîneke ne normal ava dike û di bin navê 'Walîtiya Nînova' de hemû xebatên xwe li Nînovayê dimeşîne.
TIRK ÇIMA LI BAŞÎKA BI CIH BÛN?
Piştî serdegirtina PDK'ê ya li Kerkûkê û dagirkeriya DAIŞ'ê ya li Mûsilê, weke parçeyek ji vê plana qirêj wê bajarokê Tel Efer ê piraniya şêniyên wê Tirkmen e, bikeve bin kontrola çeteyên DAIŞ'ê. Êrîşa li hemberî Tel Eferê nîşan dide ku di çarçoveya hevkariya PDK û Tirkiyeyê de wê radestî Tirkiyeyê bihata kirin. Piştî ku leşkerên Tirk li herêma 'Başîka' ya li vê herêmê ye bi cih bûn, ev plan ji xwe derket holê. Plan ew bû ku ev herêma (Mûsil-Kerkûk) ji bo demeke kurt ji DAIŞ'ê re hat hiştin, piştre radestî Tirkan bê kirin.
PDK BI DESTÊ 'PÊŞMERGEYÊN ROJAVA' DIXWEST ÇI BIKE
Piştî ku Mûsil bi lihevkirinê hat radestkirin û El Efer ket, dem hatibû PDK armancên xwe bi cih bîne. Di beşa beriya niha de, di asta destpêkê a planê e armancên qirêj ên PDK û Tirkiyeyê yek bûn. Piştî ku çeteyan êrîşî Şengalê kirin, PDK'ê jî dest bi bicihanîna planên xwe kir. Ji xwe PDK'ê beriya niha ciwanên Kurd ên Rojavayî li Başûrê Kurdistanê di bin navê 'pêşmergeyan' ser bi ENKS'ê perwerde dikir. Tevî vê yekê, ji bo şikandina vîn û şoreşa gel a li Rojavayê Kurdistanê li navbera Başûr û Rojavayê Kurdistanê xendek dikola û ambargo ferz dikir. Bi vê yekê ve dixwest Şoreşa Rojava bişikîne. Li aliyekî helwesteke bi vî rengî ya PDK'ê hebû, li aliyê din jî çeteyên DAIŞ'ê yên di bin bandora PDK-Tirkiyeyê de ne bi rengekî topyekûn êrîşî Rojavayê Kurdistanê kirin. Ev qonaxa destpêkê bû.
ŞENGAL WÊ BIBÛYA NAVENDA ÊRÎŞA LI DIJÎ ROJAVA
Qonaxa duyemîn jî êrîşa çeteyan a li hemberî Şengalê bû, ku li vê derê bi giranî Kurdên Êzidî dijîn, li ser sînorê Rojavayê Kurdistanê ye û di bin kontrola PDK'ê de bû. Bi vî rengî xwest Rojavayê Kurdistanê kontrol bike û piştî ketina Şengalê vîna berxwedana dîrokî ya gelê Kurd bişikîne. Yanî Şengal wê bibûya navenda êrîşa li hemberî Rojavayê Kuredistanê. Bibûya bargeheke leşkerî. Bi vî rengî wê di ser Şengalê re Rojava kontrol bikira. Eger Şengal biketa, wê Kantona Cizîrê ku weke dilê Rojavayê Kurdistanê ye bihata xistin. Dûre kantonên din yek bi yek bihata xistin. Her wiha vîna berxwedana gelê Kurd bi ketina Şengalê re bihata şikandin. PDK wê bi vî rengî bibûya yekane nûnerê gelê Kurd ê bê îrade û atmosfereke welê bafiranda ku Rojava û Şengal azad kiriye. Plan bi vî rengî bû. Bi vî rengî di bin navê 'pêşemrgeyên rojava' de hêzeke leşkerî perwerde kir û wê bi vê hêzê ve dest li Rojava werda. Asta destpêkê ya vê destwerdanê wê 'azadkirina Şengalê' bûya. PDK'ê di vê plana xwe ya qirêj de ev mîsyono dabû civaka Êzidî. Yanî rola 'qurbankirinê' dabû Kurdên Êzidî.
KÎ LI PÊŞIYA BICIHHATINA AMMANÊ BÛ ASTENG?
Berxwedana hêzên YPG/YPJ a li Rojava û hatina gerîlayên HPG û YJA Star a li destwerdana rewşa li Şengalê, ev planên li Ammanê hatin amadekirin ji hev xist. Piştre berxwedana bêhempa ya hêzên xweparastina civaka Êzidî YBŞ/YJŞ'ê jî ev plan xera kir. Bi taybetî berxwedana du salan a hêzên YBŞ/YJŞ û gerîlayên HPG/YJA Starê, rizgarkirina navenda bajarê Şengalê di 13'ê Mijdara 2015'an de, ev plan pûç kir. Ji ber vê yekê PDK her carê daxuyaniyan dide û dibêje divê hêzên HPG û YJA Starê ji Şengalê derkevin. Her wiha hewl dide bi hin hêzên Êzidî û hêzên cuda re planên veşartî bike. Bi vî rengî dixwaze plana xwe ya pûç bûyî ji nû ve bi cih bîne. Ji bo bicihanîna planên xwe, wê van hewldanên xwe bidomîne. Ciwanên Êzidî yên haya wan ji vê plana veşartî çêbûye, diherikin nava refên YBŞ û YJŞ'ê. Civaka Êzidî wê li dora gerîlayên azadiyê hê bêhtir bicivin û bi xurtkirina YBŞ û YJŞ'ê re peymana Ammanê bi temamî pûç bike. Û li Şengalê wê derseke dîrokî bidin PDK û Tirkiyeyê.