Dayika Êzidî: Şengal ne bi şer, bi xiyanetê ji dest çû

Dayika Muhbet Salih anî ziman, ku wê bi çend zarokên xwe ji bajarên Şengalê berê xwe daye çiyê û got, "Şengal ne bi şerê giran û çekan hate şikandin, Şengal bi xiyanete hate şikandin."

Dayika Muhbet Salih anî ziman, ku wê bi çend zarokên xwe ji bajarên Şengalê berê xwe daye çiyê û got, "Şengal ne bi şerê giran û çekan hate şikandin, Şengal bi xiyanete hate şikandin. Bi hezaran jin û zarok pêxwas tî û birçî bûn. Dema te li wan dinêrî te dizanî di dinyayê de çi bi mirovahiyê hatiye."

Yek ji şahidên fermana 73'an Dayika Muhbet Salih e. Dayika Muhbetê ferman ji ANF'ê re vegot.

"Em ji destpêka fermanê ve li çiya, li ser axa xwe ne û warê xwe diparêzin. Dema mirov roja fermanê bi bîr tîne pir pê dêşe. Rojek bi êş e, rojek giran e. Ez dixwazim her mirovekî di tariyê de mayî û di bin zilm û zoriyê de ye rizgar bibin.

Di despêka fermanê ez û zarokên xwe li mala birayê xwe bûn. Cejna çile bû. Êvarê birayê min got em te bibin malê. Min got na, em îşev jî li vê derê bin. Ew şev şeveke zehmet bû, şeveke giran bû. Lê bi rastî min nizanibû wê DAIŞ êrîşî me bike. Lê zilama dizanî ji me re ne digotin. Ger min bi zanibûya ji xwe em ê bi hatina malê. Piştî demekê êdî kes neraza. Em di tirsiyan, em nerehet bûn û heta sibê xew bi çavê me neket. Sibê milet, got em ê biçin hawara gundê Gir Zerik û Sîba Şêx Xidir. Bi rastî van gundan gelekî li ber xwe dan. Em ti carî wan berxwedêrên qehreman ji bîr nakin û pir pê serbilind in. 

Piştre me dît jin, zarok û ciwan bi rê ketine. Ji ber kû pêxwasbûn pir westiyan û perîşan bûn. Wexta min ew dîtin dilê mirov dişewitî, gelekî ne xweşbû. Lê bi rastî pêwîst bû hikûmeta Barzanî em bi parasta. Lê mixabin wan beriya milet baz da û gelê me jî gotin em ê şer bikin. Em zarokan hatin taxa Qendîl a bajarê Şengalê mala xwe.

ŞENGAL BI XIYANETÊ HAT ŞIKANDIN

Piştre me dît pêşmerge bi wesayîtên xwe bi çekên xwe yên giran dane lofan û diçin. Wê demê me fêm kir ku wan me firotine. Bi rastî Êzidiyan li ber xwe dan, lê Şengal ne bi şerê giran û çekan hate şikandin, Şengal bi xiyanete hate şikandin. Piştre em hatin me dît bi hezaran jin û zarok li wir hemû pêxwas tî û birçî ne. Dema te li wan dinêrî te dizanî di dinyayê de çi bi mirovahiyê hatiye û milet her yekê bi cîhekî ve paz dida. Hineka digot çekên xwe bavêjin, hineka digot dema hatin paçên spî rakin tiştek bi we nakin. 

WEKE KU MIROV MIRINÊ BIBÎNE, LÊ NEMIRE

Em ji wir jî hatin Geliyê Kiçra. Her kes perîşan bibû û kes nizanibû wê çi bike an jî ka ew ê çibibe. Weke ku yek mirinê bibîne, lê nemire yanî divê cîhana mezin de wekî ecêbekê me dît. Mirov ne dizane bigîrî û ne dizane bi ken e. Çawa ewqas mirov hatine firotin. Ewqas jin û zarok xwe li van çolan e.  Gelek malbatên din ê şevê taxa Qendil a Şengalê man yên çekên wan hene gotin ger DAIŞ hat em ê şer bikin. Çekek jî dan gel me û gotin ger me dît em ê nikaribin pêşî li wan bigirin em û hûn ji xwe hemû bikujin. Ji bo ku nekevin destê wan em ê bi çi şeklî teslîmê wan nebin.

Tirsek mezin kete dilê min. Tiştekî pir zahmete ger DAIŞ ji bo jin nekevine destê çeteyan tê çekê bigrî û hemû malbata xwe bi destê xwe bikûje. Ew ji tiştekî pir bi zahmet bû. Zarokan kêmek av anî bû, lê wê têra kê bike. Me bi xewliyekî şil devê zarokan şil dikir av nedida wan. Ji ber ku av nebû. Ji xwe em jî pir westiyan bûn ji tirsan xweş di meşiya yê nikaribûn gelek jin û keçên û zarokên xwe di rêya de hiştin û wisa hatin. 

Hinek tiştan anîna ziman pir zahmete. Em hatin nêzîkî gundê Çilmêra yê ku di çiyayê Şengalê de ye. Zarokan çû ji me re av anî. Em hatin 5 deqe nebû jinbira min tevî min baz da. DAIŞ hat. Em li gel tangekî avê bûn, ez kûrê xwe Hejar û keça Henan bûn. Yên din ji her yek bi cihekî ve belav bibûn. Kî di rê de bû, kî ji gihiştibû serî, lê êdî hêza min nema bû linge ji tirsa rakim. 50 metre nêzî me bûn, piştre min Henan li milê xwe kir û me baz da. Em çûn deriyê Çilmêra me, kir nekir me nikaribû wan sîma derbas bikin. Ez ketim ser wan sîma û birîndar  bûn. Min di dawiyê de hevserê xwe Elyas dît, me got raste DAIŞ hatiye. Got me na tiştekî wisa nîne. Êdî ne pêlav ne jî hêz di me de nema bû. 

EM DIXWAZIN ÊDÎ GELÊ ME ŞIYAR BIBE

Dema zarokên mirî, ciwanên ku serê wan hatine qut kirin tên bîra min, rastiya fermanê wê qet neyê ji bîr kirin û me dixwazin rojek beriya rojekê tola wan were rakirin. Ew çiqas Êzidiyan bikûjin û kêm jî bikin, lê Êzidî wê ti carî serê xwe li ber kesî ne tewînîn û teslîm nebin. Êdî em dixwazin gelê me şiyar bibe û  bibe yek û dawiyê li fermanê bîne. Kê wê felaket anî serê me her kes baş dizane û em dixwazin êdî gel li cih û warên xwe vegere û em ji zilm û zore xilas bibin."