BI DÎMEN

Akel: Rewşa Awarte ne kêmî hewldana darbeyê ye

Hevşaredara Êlihê Akdel nerazîbûn nîşanî biryara Rewşa Awarte da û diyar kir, ev yek ne kêmî hewldana darbeyê ye.

Nerazîbûna li hemberî desthilatdariya AKP/Qesrê, ku hewldana darbeyê ji xwe re weke firsend dît û ji bo 3 mehan Rewşa Awarte ragihand, dewam dike.

Hevşaredara Êlihê Gulîsta Akel diyar kir, hewldana darbeyê û biryara Rewşa Awarte weke hev in û bibîr xist, ku di nava 7 mehan de tevî ku Rewşa Awarte nebû jî bi dehan bajar hatin şewitandin, xerakirin û bi sedan sivîl hatin qetilkirin

'EM HEM LI DIJÎ HEWLDANA DARBEYÊ YE, HEM JÎ LI HEMBERÎ REWŞA AWARTE NE'

Akel ji ANF'ê re axivî: "Ya ku Tirkiyeyê ji aliyê demokrasiyê ve bi pêş ve bibe, vîn, huner û çareseriya pirsgirêka Kurd e. Lewma di van serdemên kaosê de, pêngava demokratîk a civakê nêzîkatiya li pirsgirêka Kurd e. Em li Êlihê dijîn. Haya me ji rewşa bajarên li herêmê heye. bi rojan bajar hatin şewitandin, xerakirin, komkujî hatin kirin, sivîl hatin qetilkirin. Hê ev atmosfer dewam dike. Ji ber vê yekê, cihê guhertina krîz û kaosan herêm e. Di heman demê de siyaseta têkildarî vê herêmê ye. Girîng e refleks û nêrîna gel jî ji aliyê saziya siyasetê ve bê dîtin. Hewldaneke darbeyê pêk hat ku me ew şermezar kir. Lê di heman demê de, Rewşa Awarte ya hat ragihandin, ne kêmî hewldana darbeyê ye."

'KOMKUJÎ, ŞEWITANDINA GUNDAN DI DEMA REWŞA AWARTE DE HATIN KIRIN'

Hevşaredara Êlihê Akel bibîr xist ku Amed û Şirnex bi dehan salan di nava Rewşa Awarte de man û got, "Ji kuştinên kiryar nediyar heta cînayetên siyasî, ji qetilkirina sivîlan heta şewitandina gundan, hemû di dema Rewşa Awarte de hatin kirin. Em gelekî baş bi van demên Rewşa Awarte dizanin. Lewma rêveberiya Rewşa Awarte wê pirsgirêkên civakê çareser neke. Rewşa Awarte nikare azadî, demokrasî û aştiyê bîne welêt."