Li Şemzînanê çalakiya li dijî qereqolê
Gerîlayên HPG û YJA Starê, li hemberî Qereqola Jendermeyan a Dûrak a li Şemzînanê çalakiyek lidar xistin.
Gerîlayên HPG û YJA Starê, li hemberî Qereqola Jendermeyan a Dûrak a li Şemzînanê çalakiyek lidar xistin.
Li herêma Xûmaro ya navçeya Şemzînana Colemêrgê, gerîlayên HPG û YJA Starê danê sibehê li hemberî Qereqola Jendermeyan a Dûrakê çalakiyek lidar xistin.
Piştî vê êrîşa bi çekên giran şer derket.
Der barê çalakiyê de agahiyên berfireh bi dest neketin. Piştî çalakiyê herêm bi topan hat bombekirin.
HPG'ê hê der barê çalakiyê de ti daxuyanî nedaye.