Evrîm Hakan a ji malbateke cerdevan tevlî gerîla bû bang kir: Dest ji cerdevaniyê berdin
Gerîlaya YJA Starê Evrîm Hakan bibîr xist, ku sîstema cerdevaniyê ji bo qetilkirina Kurdan bi destê Kurdan hatiye afirandin û bang li hemû cerdevanan kir, ku derhal dest ji cerdevaniyê berdin.
SOZDA XEBAT
BEHDÎNAN
yekşem, 24 tîrmehê 2016, 07:20
"Bila gelê me baş bizanibe sîstema cerdevantiyê ji kuştin û talankirinê pê ve tiştekî din ji bo me nîne. Ev sîstem dike hedef ku destpêkê gelê me birçî bihêle û paşê jî bike kole. Dewleta Tirk bi salane vê yekê dike. Niha jî hikûmeta AKP’ê dixwaze zarokên Kurdan bi destê wan bide kuştin."
Ev gotin, gotinên gerîlaya YJA-Star Evrîm Hakan e ku beriya niha bi du salan beşdarî refên gerîlayan bûye. Evrîm keça malbatekê ye ku cerdevantiyê dike. Evrîm, hest û veguhertinên xwe yên ku ji roja beşdarî refên gerîla bûye ji ANF’ê re vegot.
'EZ SERBILIND IM KU TEVLÎ TÊKOŞÎNÊ BÛME'
Evrîm Hakan ragihand ku ew bi beşdarbûna gerîla serbilind e û têkoşînê dimeşîne. Evrîm naskirina PKK’ê wiha tîne ziman: "Malbata min cerdevantî dikir. Mixabin dema ku ez li mal bûm ne di ferqa vê yekê de bûm. Ji bo min pir bi asayî dihat. Kîjan kesan diparêzin, ez bi vê yekê qet nedifikirîm. Bi demê re bi zext û êrîşên li ser Kurdan hatin meşandin, min xwe di lêpirsînê re derbas kir, jiyana xwe li ber çavan re derbas kir û li ser hûrûkûr ponijîm. Çima ewqas zilm û zext li Kurdan tê kirin? Piştre min sîstema cerdevantiyê lêkolîn kir. Min dît ku ev sîstemeke bi zanebûn ji aliyê dewletê ve tê meşandin ku armancê wê Kurdan bi destê Kurdan kuştine û talankirine. Her ku min ev sîstem lêkolîn kir û ketin nava lêgerînê, ji ber malbata min jî di nava vê sîstemê de bû, ez hêrs bûm. Ev li hember dijmin şerkirin bû, divê têkoşîn bê kirin, çima li hember tevgereke ku azadiya min dixwaze helwestekî wiha tê raberkirin?"
'KURDAN BI DESTÊ KURDAN DIDIN KUŞTIN'
Evrîm da xuyakirin, ku her çendî malbata wê nedixwest bibe cerdevan jî, lê ji aliyê dewletê ve bi zorê ev dihat ferzkirin. Evrîm bi lêv kir ku wê ti demê ev rewş nepejirand û wiha pê de çû: "Dewlet ji bo sîstema cerdevantiyê dewam bike, bi zorê Kurdan dike cerdevan. Lê, divê Kurd li hember vê serî netewînin û li dijî vê têkoşînê bimeşînin. Min fikrên xwe yên têkildarî vê mijarê ji malbata xwe re anî ziman. Min ji wan re got divê cerdevantiyê nekin. Wan jî nedixwest bikin. Lê, lîstikên dewletê yên di vî warî de pir in. Destpêkê gelê Kurd birçî dihêle. Piştre bi hinek pere, her tiştê ku bixwaze bi wan dide kirin. Kurdan dixînin rewşeke wisa ku hewcedarê parçeyek nan dikin, gef û zorê bi kar tînin. Li gorî lêkolîn û lêgerînên min, li gelek deveran bi zorê û zextan Kurd kirine cerdevan. Li gel nepejirandinê jî gelek kiryarên dijmirovî re têne ser mirovan. Ev sîstem ew e ku ji aliyê dewletê ve hatiye birêxistinkirin û armanca wê jî ew e ku Kurdan bi destê Kurdan didin kuştin."
'ROJ ROJA YEKBÛNA GELAN E'
Evrîm destnîşan kir ku ew di nava refên PKK’ê de rastiya Kurdan hîn bûye, di heman demê de jî fêrî dîrok û nirxên xwe bûye. Evrîm, wiha berdewam kir: "Kurd ew gel e ku her demê ji bo azadiya xwe têkoşîn daye meşandin. Li Bakurê Kurdistanê gelê Kurd berxwedaneke bi heybet û dîrokî dide meşandin. Hikûmeta AKP’ê li hember gelê me êrîşên herî hov û qirkirinê da meşandin. Gelê me li ber xwe da, lê berdêlên pir giranbiha jî da. Dem dema yekbûnê ye. Divê gelê Kurd sîstema cerdevantiyê bi xwe rakin, berevajî bikin û ji bo gelê xwe xizmetê bikin. Di operasyonan de em dibînin di refên herî pêş de cerdevan hene. Ji ber ku dewlet dixwaze li şûna polîs û leşkeran, Kurdan bi destê Kurdan bide kuştin. Ji bo xwe biparêzin, sîstema cerdevantiyê pêş xistine. Lê, ti demê jî dewlet xwedî li cerdevanan jî derneketiye. Ji ber ku dizanin ê kêrî gelê xwe neyê kêrî wan jî nayê."
'JI BO AZADIYA RÊBERÊ XWE...'
Evrîm ji bo dest ji sîstema cerdevaniyê berdin, destpêkê bang li malbata xwe û paşê li hemû cerdevanan kir û wiha axivî: "Tecrîda li ser Rêber Apo ku gelê Kurd ji xweliyan zindî kiriye, hê jî dewam dike. Qirkirinên li hember Kurdan di lûtkeya herî bilind de ye. Operasyonên îmhakirinê yên li hember gerîlayan zêde dibin. Di rewşeke bi vî awayî de hê jî dewamkirina cerdevantiyê îxanet li gelê Kurd e ku ji bo azadiya xwe têdikoşe. Ev rewş nayê pejirandin. Destpêkê bang li malbata xwe dikim, ji bo pêşerojeke azad, ger ku hûn Kurdistaneke azad dixwazin dest ji cerdevantiyê berdin. Ev yek ne ji bo we ne jî ji bo ti kesî fêda xwe heye. Tenê li pêşiya yekîtiyê astengiyek herî mezin. Îro Têkoşîna Azadiya ya gelê Kurd di asteke herî bilind de ye. Divê Kurd hemû bibin yek ku karibin faşîstan ji Kurdistanê derxînin û bikevin nava berxwedanê. Ji bo yekîtiya me pêk were divê her kes bikeve nava tevgerê. Yan jî em ê ji lenetkirina dîrokê rizgar nebin."