YPG: Li Şêx Meqsûdê 2 çete hatin kuştin

Navenda Ragihandinê ya YPG'ê diyar kir, êrîşên çeteyên koalîsyona Sûriyeyê yên li hemberî taxa Şêx Meqsûdê dewam dikin.

Navenda Ragihandinê ya YPG'ê diyar kir, êrîşên çeteyên koalîsyona Sûriyeyê yên li hemberî taxa Şêx Meqsûdê dewam dikin.

Di daxuyaniyê de hat ragihandin, komên çete di 23'ê Tîrmehê saet di 04:00 de xwestin ji aliyê Seken Şebab ve êrîşî taxa Şêx Meqsûd a Helebê bikin.

YPG'ê diyar kir, piştî ku hêzên wan dest li vê hewldana êrîşê werdan, şerekî dijwar li vê qadê rû da. Li gorî daxuyaniyê, di vî şerî de 2 endamên komên çete hatin kuştin.

Di dewama daxuyaniyê de hat ragihandin, çeteyên DAIŞ'ê şeva 22'ê Tîrmehê ji çeperên xwe yên li Cerablûsa Jêrîn û Jorîn bi çekên giran êrîşî bajarokê Şêxler û gundê Zormixar ên li başûrrojavayê Kobanê kirin û hêzên wan di heman astê de bersiv dane êrîşa çeteyan.