Li Dersîmê operasyona qirkirina siyasî
Li Dersîmê polîsên Tirk avêtin ser malan û 12 kes binçav kirin. Di nava binçavkiriyan de HDP'yî jî hene.
Li Dersîmê polîsên Tirk avêtin ser malan û 12 kes binçav kirin. Di nava binçavkiriyan de HDP'yî jî hene.
Polîsên tîmên taybet ên Tirk avêtin ser malên li taxa Sîhenk a Dersîmê. Di encama van serdegirtinan de Endamê Meclîsa Partiyê ya HDP'ê Alî Ekber Kaya, Nûçegihana Ajansa Nûçeyan a Etkîn (ETHA) Ezgî Ozer, endamên partiya Sosyalîst a Bindestan (ESP) û Federasyona Komeleyên Ciwanên Sosyaslîst (SGDF) Mûstafa Nacî Topar, Ozgur Kîraz, Şerîfe Erbay, Îlke Başak Baydar, Yûnûs Varli, Sila Kaymak, Ceren Çoban, Umît Tekîn, Mûhammet Kaya û Hakan Kavût hatin binçavkirin.
Li gorî agahiyan, welatiyên hatin binçavkirin ji ber ku tevlî merasîma bîranînê ya li ser gora endamê SGDF Cebraîl Gunebakan bûne, hatine binçavkirin.
Li aliyê din, polîsên Tirk ên avêtin ser malan, derî şikandin û eşyayên li nava malan belav kirin. Li van malan, şopa xwînê hat dîtin.