AKP li Wanê bi yewmiyê xwepêşandêran peyda dike
Li dû hewldana darbeyê ya 15'ê Tîrmehê, mîtîngên 'dijberiya darbeyê' yên ji ailyê AKP'ê ve hatine destpêkirin dewam dikin. Serokatiya AKP'ê ya Wanê, rojan 200 TL dide karmendên tevlî mîtîngê dibin.
Li dû hewldana darbeyê ya 15'ê Tîrmehê, mîtîngên 'dijberiya darbeyê' yên ji ailyê AKP'ê ve hatine destpêkirin dewam dikin. Serokatiya AKP'ê ya Wanê, rojan 200 TL dide karmendên tevlî mîtîngê dibin.
AKP'yiyên ji roja hewldana darbeyê û vir ve, bi 3 hear kesên ji bajar û navçeyên derdorê dane hev, li nava bajêr bi konvoyê digerin.
Tevî van hemû hewldanan jî, tevlîbûna dixwazin nikarin tevlî mîtîngan bike. Li ser vê yekê, Serokatiya AKP'ê ya Wanê rêbazeke nû xist dewrê.
Hin personelên li saziyên cemaweriyê dixebitin û naxwazin navê xwe eşkere bikin gotin, AKP'ê ji karmendan re gotiye, ji her karmendê tevlî mîtîngê bibe wê 200 TL pere were dayîn.
Serokatiya AKP'ê ya Wanê jî ev îdîa red kir.