Li Minbicê 750 sivîlên din hatin rizgarkirin

Şervanên Meclîsa Leşkerî ya Minbicê, li Xaçerêyên El Rabîta û Dele û li taxa El Keclî 750 sivîl rizgar kirin û birin herêmên ewle.

Operasyona Şehîd Fermandar Feysel Ebû Leyla bi rengekî serketî dewam dike. Şervanên  Meclîsa Leşkerî ya Minbicê gav bi gav ber bi navenda bajêr ve diçin. Di vî şerê li hemberî çeteyan de her wiha rojane bi selan sivîlan ji zilma çeteyan rizgar dikin.

Di vê çarçoveyê de şervanan 750 sivîl sivîl ji herêmên Xaçerêyên El-Rabîta, Dele û taxa Keclî ku cihê şer in, rizgar kirin.   

Piştî ku sivîl hatin derxistin û tedbîrên ewlehiyê hatin girtin, sivîl ji herêmên ewle re hatin şandin.