Li Minbicê, 200 malbatên din derbasî qadên ewle hatin kirin
Endamên Meclîsa Leşkerî ya Minbicê 200 malbatên li taxen El Neyîm, El Keçelî û xaçerêya E-Beta asê ma bûn, derbasî herêmên ewle kirin.
Endamên Meclîsa Leşkerî ya Minbicê 200 malbatên li taxen El Neyîm, El Keçelî û xaçerêya E-Beta asê ma bûn, derbasî herêmên ewle kirin.
Operasyona Şehîd Fermandar Ebû Leyla ya ji bo rizgarkirina Minbicê, dewam dike. Di çarçoveya operasyonê de şervanên Meclîsa Leşkerî ya Minbicê sivîlan ji taxan derdixînin. 200 malbatên din jî derbasî herêmên ewle kirin.
Li taxen El Neyîm, El Keçelî û xaçerêya E-Betayê, ji ber êrîşên çeteyan 200 malbatên asê ma bûn, ji aliyê şervanên Meclîsa Leşkerî ya Minbicê ve hatin rizgarkirin.
Şervan, ji bo rizgarkirina sivîlan mirinê jî didin pêş çavên xwe, bedena xwe dikin sîper û sivîlan rizgar dikin.