Di êrîşa li Qamişloyê de gelek kesan jiyana xwe ji dest dan
Li nêzî Mizgefta Qasimo ya li taxa Xerbî ya Qamişloyê, teqîneke dijwar rû da. Tê gotin, ji ber vê teqînê gelek kesan jiyana xwe ji dest dane û birîndar bûne.
Li nêzî Mizgefta Qasimo ya li taxa Xerbî ya Qamişloyê, teqîneke dijwar rû da. Tê gotin, ji ber vê teqînê gelek kesan jiyana xwe ji dest dane û birîndar bûne.
Danê vê sibehê saet di 09:25'an de li nêzî Navenda Asayîşa Xerbî ya li ser rêya Amûdê, qemyonek bombebarkirî hat teqandin.
Ji ber teqînê gelek kesan jiyana xwe ji dest dan û birîndar bûn. Her wiha agir bi varîleke mazotê ya li cihê cihê bûyerê bû, ket.
Der barê bûyerê de lêpirsîn hat destpêkirin.
Birîndar rakirin nexweşxaneyên li herêmê.