Leşkeran li Dersîmê ciwanek qetil kirin
Li gundê Pakîre yê Xozadê, leşkerên Tirk gule li wesayîtekê reşandin û ciwanê bi navê Mesût Îlkbahar qetil kirin.
Li gundê Pakîre yê Xozadê, leşkerên Tirk gule li wesayîtekê reşandin û ciwanê bi navê Mesût Îlkbahar qetil kirin.
Mesût Îlkbahar ê ku bavê xwe ji gundê Pakîre ya Xozatê ji bo îmze bavêje dibir Qereqola Jendermeyan a Dalorenê ji aliyê leşkeran ve hatin gulebarankirin. Di encama gulebaranê de kurê Îlkbahar Mesut Îlkbahar ji zikê xwe bi giranî birîndar bû. Ciwanê birîndar ewil birin Xozadê piştre jî birin Nexweşxaneya Dewletê ya Dersîmê û li vir Mesut Îlkbahar jiyana xwe ji dest da.
Alîşan Îlkbahar jî demeke li qereqolê hate girtin û piştre hate berdan.
Li gorî agahiyan, piştî êrîşê leşkerên qereqolê xwestine bûyerê wekî şer nîşan bidin der û dor rasterast gulebaran kirin. Di encama gulebaranê de li bejahiya gundê Xoşanê şewat derket. Tê gotin, serê sibehê jî helîkoptereke leşkerî daketiye qereqolê û piştî demekê rabûye.