Li hemberî komkujiyen nû divê Êzidî tevlî nava refên YBŞ/YJŞ'ê bibin

Gerîlayê HPG'ê Herêm Faraşîn ê li Şengalê Herêmên Faraşîn da xuyakirin, ku ji bo komkujiyên nû li Şengalê rû nedin, divê Kurdên Êzidî tevlî nava refên YBŞ/YJŞ'ê bibin û Şengalê biparêzin.

Çeteyên DAIŞ'ê di 3'ê Tebaxa 2014'an de li navçeya Şengal a Mûsilê komkujî kirin. Di vê komkujiyê de bi hezaran mirov hatin qetilkirin û bi hezaran dîl hatin girtin. Gerîlayê HPG'ê Herêm Faraşîn destnîşan kir, ku civaka Êzidî, PDK'ê weke yekane berpirsyarê vê komkujiyê dibîne û got, ji bo komkujiyên nû li Şengalê rû nedin divê ciwanên Êzidî YBŞ/YJŞ'ê mezin bikin.

'ME KORÎDORA ALÎKARIYÊ YA ŞENGAL-ROJAVA VEKIRIN'

Gerîlayê HPG'ê Herêm Faraşîn diyar kir, beriya komkujiya Şengalê, ji ber ku Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bal kişand ser Şengalê, weke gerîla wan gelek caran xwestin Şengalê biparêzin, lê belê ji aliyê hêzên PDK'ê ve her carê hatine astengkirin.

Faraşîn da xuyakirin, piştî rûdana komkujiyê, wan korîdorek alîkairyê ji Şengalê heta Rojavayê Kurdistanê vekirine û got, "Hingî li Şengalê hêzên pêşmergeyan hebûn. Tevî ku çekên wan ên giran jî hebûn, pêşmergeyên PDK'ê Şengal firotibûn û çûbûn. Ji ber vê yekê me dixwest bên Şengalê û gel derxînin. Ji bo vê jî em hatin ser sînorê Rojava. Li vê derê, ji bo vekirina korîdorê hevalan bi me re civînek pêk anîn. Piştî vê civînê, ji bo em gel bi rengekî ewle ji Şengalê derbasî Rojava bikin, me korîdorek vekir û tevî hemû zehmetiyan jî bi biryardarî me gel di vê korîdorê re derbas kirin."

'3'Ê TEBAXÊ JI BO GELÊ KURD ROJEKE REŞ E'

Faraşîn destnîşan 3'ê Tebaxê ji bo tevahiya gelê Kurd rojeke reş e û rastiya komkujiyê bi vî rengî vegot: "Ew roj hê di bîra min de ne, mîna rojeke reş e. Ji ber ku ya ku me di wan rojan de dît, tiştekî tirsna bû. Me komkujiya ji aliyê rêxistineke çete ya cinawir ve li Şengalê hat kirin, dîtin. Me cenazeyên mirovên xwe, extiyar, zarok, jin, mêr li qiraxa rê dîtin. Tevî vê yekê me travmayeke giran a gelê xwe yê li çiyê dîtin. Ew roj hem ji bo me hem jî ji bo civaka Êzidî û tevahiya gelê Kurd, rojeke reş e. Piştî ku me korîdorek vekir, gel qedeme bi qedeme ji korîdorê hat derbaskirin. Bi rêya vê korîdorê me hem xwarin û av ji gel re danî, hem jî di nava êrîşên çeteyan de me gelê xwe di vir re derbas dikir."

'GERÎLA BI CIŞEKE MEZIN TEVLÎ BERXWEDANÊ BÛ'

Gerîlayê HPG'ê Herêm Faraşîn ragihand, piştî ku wan gel bi rengekî ewle ji Şengalê derxistin, êdî dest bi rizgarkirina gundên di destê çeteyên DAIŞ'ê de ne kirin. Faraşîn da zanîn, pêşmergeyên PDK'ê û cemaetên Êzidî destek nedane wan û got, "Piştî vekirina korîdorê hêza teqwiye ji çiyê hat. Eger hêzên gerîla nehatibûya wê li Şengalê rewşeke zehmettir derketibûya holê. Tecrûbeyeke şer a 40 salan a hêzên gerîla heye. Heval dema hatin, bi coş û kelecaneke mezin cihê xwe di nava berxwedanê de girtin. Û piştî ku me gundê Dîgurê yê Şengalê rizgar kirin, me ji pêşmergeyan û cemaeta Êzidiyan re ragihandin uk em dixwazin dest bi pêngava rizgarkirina Şengalê û gundên wê bikin. Lê belê wan ev daxwaza me qebûl nekirin. Û hewl dan PKK'ê ji Şengalê derxînin. Dema em nû hatibûn, gelê Şengalê ji van hêzan bawer nedikir. Nêzîkatiyek bi heman rengî li hemberî me jî hebû. Lê belê, piştî ku fedayîtî û kedkariya hêzên gerîla dîtin, gel bi PKK'ê ve hat girêdan. Lê gel xwe nêzî hêzên pêşmergeyan nekir. Di vî warî de gelekî mafdar e. Ji ber ku derketina pêşmergeyan ji Şengalê, di rûdana komkujiyê de roleke mezin dilîze."

'XWEPARASTIN JI BO CIVAKA ÊZIDÎ GELEKÎ GIRÎNG E'

Gerîlayê HPG'ê Herêm Faraşîn ragihand, ji bo civaka Êzidî ya herî girîng xurtkirin û mezinkirina sîstema xweparastinê ye û got, "Ji niha û pê ve ya ji bo civaka Êzidî pêwîst e; xurtkirin û mezinkirina hêzên YBŞ/YJŞ'ê ne, ku ev hêza xweparastinê ya Êzidiyan ye. Dema ev yek pêk anî, ti kes, ti desthilatdarî û hêz nikare polîtîkaya zextê li hemberî vî gelî bimeşîne. Û komkujiyên bi vî rengî jî ti carî rû nade.

Em dibêjin; weke milîtanên Rêber Apo û tevgeera PKK'ê, em li dijî her şêwe komkujiyên li hemberî gelan e û em ê heta dawiyê gelê xwe biparêzin."