Fermandariya HEvpar aTevgera Şoreşa Yekbûya Gelan (TŞYG), diyar kir ku çalakiya ku li Ordûyê hate kirin yekîneyên wan kirine, detayên têkildarî çalakiyê parvekirin.
TŞYG wiha anî ziman: “Li bejahiya bajarokê Topçam ê girêdayî navçeya Mesûdiye ya Ordûyê artêşa TC a faşîst ev 3 rojin operasoyenk dane destpêkirin. Yekîneyên me komek leşkerên artêşa TC xistin di bin kontrola xwe de û di 31’ê Tîrmehê di saet 12:00’an de çalakiyek li hember wan leşkeran li dar xistin. Di navberekî nêzîk de bi awayekî pir xûrt li leşkeran hate xistin û li vir 4 leşker hatin kuştin û 2 leşker jî birîndar bû. Yekîneyên me çûne ser cenazeyên leşkeran û li vir 2 çeka HK-33 melez û 150 guleyên wê, çeka BKC û 75 guleyên wê, dûrbînekî termal, dûrbînekî rojê 2 çenteyên leşkeran desteser kirin. Ev çalakî ji bo tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hatiye lidarxistin.”
Ji 15’ê Tîrmehê ve rêya Dersim-Plemûrê di bin kontrola yekîneyên me de ne.