Gundê Şapatanê û gundikê Serero hate dorpêçkirin
Li Şemzînanê gundê Şapatan û gundikê Serero ku 'qedexeya derketina derve' lê hate ragihandin, di bin dorpêçê de ye, şewata daristanê ya ku bi dest leşkeran hatibû derxistin, ji duh ve berdewam dike.
Li Şemzînanê gundê Şapatan û gundikê Serero ku 'qedexeya derketina derve' lê hate ragihandin, di bin dorpêçê de ye, şewata daristanê ya ku bi dest leşkeran hatibû derxistin, ji duh ve berdewam dike.
Bi ragihandina 'qedexeya derketina derve' ya ku ji bo 3 rojan li gundê Şapatan û gundikê Serero ya girêdayî Şemzînana Colemergê, gelek yekîneyên leşkerî bi ser herêmê de hatin şandin.
Jêderkên deverê radigîhînin, li gundikê Serero ya ku ji hêla leşkeran ve hatiye dorpêçkirin dengê çekan tê û li herêmê hatinûçûna helîkoptêran berdewam e.
Li alîyekî jî tê gotin şewata daristanê ya ku ji duh ve dest pê kirî hê jî berdewam dike. Mudaxeleya li şewatê ku bi dehan qurmên daran bûne xwelî ji hêla leşkeran ve tê astengkirin.