Girankirina tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, nerazîbûnan jî zêde dike. Nûnerên Rêxistinên Civakî yên sivîl ên li Amedê ji bo rakirina tecrîdê bang li saziyên navneteweyî kirin, ku bi berpirsyariya xwe rabin.
MELEK YUKSEL
AMED
duşem, 1 gelawêjê 2016, 08:06
Girankirina tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, nerazîbûnan jî zêde dike. Nûnerên Rêxistinên Civakî yên sivîl ên li Amedê ji bo rakirina tecrîdê bang li saziyên navneteweyî kirin, ku bi berpirsyariya xwe rabin.
Hevseroka MEYA-DER a Amedê Ayşe Dîcle da xuyakirin, ku şidandina tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ne ya qebûlkirinê ye û got, "Tevî ku ji aliyê desthilatdariy AKP'ê ve nayê qebûlkirin jî li Tirkiyeyê niha yek ji pêvajoyên herî zehmet û tevlîhev heye. Li gorî me, ev şer û kaos ji tecrîda li ser Birêz Ocalan ne cudatir e. Weke ku tê zanîn Birêz Ocalan di dema hevdîtinan de gelek caran hişyarî dabû, ku eger ev hevdîtin bên qutkirin wê mekanîzmaya darbeyê bikeve dewrê. Lê tevî van hişyariyan jî hikûmeta AKP'ê û Serokkomar pêvajo sekinand û bi şidandina tecrîdê re daxwaza aştiyê ya gelan tine hesiband. Di rewşa heyî de, piştî hewldana darbeyê û ragihandina Rewşa Awarte tecrîda li ser Ocalan hat şidandin. Gelê Kurd ji rewşa jiyan û tenduristiya Ocalan gelekî bi fikar e. Ev 16 meh in bi ti awayî agahî ji Birêz Ocalan nayê girtin. Yekane cihê karibe vê kaosa li Tirkiyeyê biqedîne, Îmrali ye. Lewma, ji bo aramiya tevahiya Tirkieyê divê tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan were rakirin û rêyên muzakereyê bên vekirin."
TECRÎD TÊ ŞIDANDIN
Hevseroka TUHAD-FED'ê Bahar Oktay jî bal kişand ser planên êrîşê yên piştî hewldana darbeyê yên li hemberî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û diyar kir, tevî vê yekê jî der barê rewşa tenduristiya Ocalan de agahiyeke têrker ji Kurdan re nehatiye dayîn. Oktay got, "Ji ber ku di vî warî de ti gav nayê avêtin, fikarên me yê li ser tenduristî û jiyana Ocalan zêde dibin. Tevî ku niha biryarên Rewşa Awarte weke hincet tên nîşandan jî, em dizanin ji roja anîna Birêz Ocalan û vir ve nikare ji mafên xwe yên qanûnî sûdê werbigire. Di demên ku ji bo hevdîtinê şert û merc guncaw bûn jî, destûr ji parêzeran re nehat dayîn ku hevdîtinê bikin. Gelo wê demê Rewşa Awarte hebû?"
PÊWÎSTE CPT LI SER SERDANA XWE YA LI ÎMRALIYÊ AGAHIYAN BIDE RAYA GIŞTÎ
Bahar Oktay destnîşan kir, ku Ocalan ne tenê ji bo gelê Kurd ji bo hemû gelên li Rojhilata Navîn û tevahiya cîhanê hewl dide jiyaneke demokratîk ava bike û got, "Girseyeke gelekî cidî heye ku ji jiyana wî bi fikar e. Diviyabû saziyên navneteweyî mekanîzmayeke biryarê bafiranda. Dibe ku CPT ket nava hin hewldanan, lê belê pratîka wê li holê ye; çû li Îmraliyê lêkolîn kir, lê tevî ku demeke dirêj di ser re derbas bû ti daxuyanî enda. Ev yek tirs û fikarên mirovan zêdetir dike. Ji ber ku CPT helwestek li dijî armanca hebûna xwe nîşan dide. Hem raporên xwe bi raya giştî re parve nake, hem jî daxuyaniye ne erênî ne jî neyînî nade."
DIVÊ SAZIYÊN NAVNETEWEYÎ BI ERKA XWE RABIN
Oktay, ji bo rakirina tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bang li raya giştî ya navneteweyî kir û got, "Pêwîste rê li hevdîtinê were vekirin û di vî warî de saziyên navneteweyî û hemû hêzên demokratîk bi erka xwe rabin û zextê li dewleta Tirk bikin."