Li taxên El- Şêx Eqîl û El-Izir şer giran e
Şervanên Meclîsa Leşkerî ya Minbicê li taxên El- Şêx Eqîl û El-Izir bi pêş ve diçin.
Şervanên Meclîsa Leşkerî ya Minbicê li taxên El- Şêx Eqîl û El-Izir bi pêş ve diçin.
Di çarçoveya Operasyona Şehîd Fermandar Feysel Ebû Leyla de şervanên Meclîsa Leşkerî ya Minbicê ji bo rizgarkirina temamiya bajêr her bi pêş ve diçin.
Li taxa El-Şêx Eqîlê ya li başûrrojavayê bajêr re, di navbera şervanan û çeteyên DAIŞ'ê de şerekî dijwar qewimî. Di şerê li vir de 20 çete hatin kuştin.
Li Taxa El-Ezir jî di navbera şervanan û Meclîsa Leşkerî ya Minbicê de şer didome. Şervan li vir jî bi pêş ve diçin.