8 leşker, 3 tîmên taybet hatin kuştin

Di çalakiya sabotajê ya şervanên YPS/YPS-JIN’ê a li Sêrtê de 8 leşker û 3 tîmên taybet hatin kuştin.

Koordînasyona Giştî ya YPS’ê bi daxuyaniyekî nivîskî diyar kir ku di 28 Tirmehê de li Sêrtê di çarçoveya Hemleya Şehî Çirav a hatî destpêkirin de, li ser rêya gundê Xertê yê Sêrtê û Sêrtê li hember wesayîtek zirxî çalakiyek sabotajê hate pêkanîn. YPS wiha anî ziman: “ Ev wesayîta temamî hatiye ruxandin. Di vê çalakiyê de 8 jê wan leşker 3 jê tîmên taybet hatine kuştin. Dijmin piştî çalakiyê operasyon da destpê kirin û 29 Tirmehê paş ve kişiya.”