Li Riha û Dîlokê palehiya fisteqan
Li Riha û Dîlokê, palehiya fisteqên Dîlokê, ku yek ji girîngtirîn çavkaniya debara herêmê ye, destpê kir. Ji ber ku ev berhema bi kedeke mezin tê afirandin bi erzanî tê firotin, cotkar dilsar in.
Li Riha û Dîlokê, palehiya fisteqên Dîlokê, ku yek ji girîngtirîn çavkaniya debara herêmê ye, destpê kir. Ji ber ku ev berhema bi kedeke mezin tê afirandin bi erzanî tê firotin, cotkar dilsar in.
Li bajarên Riha û Dîlokê, mîna her salê, di nava meha Tîrmehê de palehiya fisteqan destpê kir û wê 3 mehan dewam bike. Ji ber germa zêde û kêmbarîna baranê, bexçeyên fisteqan îsal bi têrkerî berhem nedan. Ji bo ev şert û mercên neyînî yên hewayê bandorê li darên fisteqan neke û dar ziwa nebin, cotkar bêyî li benda sorbûna fisteqan bisekinin, fisteqan hê kesk in diçinin. Fisteq bi destan ji darê tên kirin. Ev kar yek ji girîngtirîn debara herêmê ye.
KEDEKE MEZIN DIDIN, LÊ BERSIVEKE TÊRKER NAGIRIN
Fisteqên Dîlokê, ku bi giranî li Rihayê tên çandin, vê gavê li navçeyên Riha û Dîlokê palehiya wan tê kirin. Fisteqên Dîlokê ku ji bo mirovên li herêmê çavkaniyeke girîng a debarê ye, piştî çinînê ji bazirganên fisteqan re tên firotin. Cotkar gazinê ji buhayê fisteqan dikin û dibêjin, komîsyonkar û bazirganên fisteqan keda wan talan dikin.
BUHAYÊ FISTEQAN GELEKÎ KÊM E
Tevî ku ev fisteq li gelek herêmên cîhanê tê belavkirin jî, cotkar dibêjin, buhayê fisteq pê tê firotin bi têrkerî bersivê nade keda wan. Kêmbûna buhayê fisteqan cotkaran dixe nava fikaran. Par fisteqên kesk, kîloyek wan bi 8 heta 10 TL dihat firotin, lê îsal 5 heta 7 TL'yî tê firotin.