Ahmet Turk: Em bi gelê xwe re ne, ji medya şer yeqîn nekin
Hevşaredarê Bajarê Mezin ê Mêrdînê Ahmet Turk nerazîbûn nîşanî nûçeyên li ser ziyareta wan a li Nisêbînê da. Turk diyar kir, nûçeyên bi vî rengî di çarçoveya şerê taybet de tên weşandin û got, "Em bi gelê xwe re ne."
ANF
MÊRDÎN
sêşem, 2 gelawêjê 2016, 09:34
Hevşaredarê Bajarê Mezin ê Mêrdînê Ahmet Turk tevî heyetekê, duh çû Nisêbînê ku bi mehan bû hedefa êrîşên hovane yên hêzên dewleta Tirk. Ahmet Turk û heyeta pê re bi dilgermî ji aliyê Nisêbîniyan ve hat pêşwazîkirin û li nerazîbûna gel a li hemberî sûcên şer ê dewletê guhdarî kir. Medya şerê taybet heman piştî serdana Turk ket nava tevgerê û nerazîbûna gel a li hemberî dewletê berevajî kir û mîna ku 'li hemberî Ahmet Turk û heyetê ye' nîşan da. Hevşaredar Ahmet Turk ji gel xwest baweriya xwe bi nûçeyên bi vî rengî nîne û destnîşan kir, ku ew ê tevî gelê xwe ji bo ji nû ve avakirina Nisêbînê bixebitin.
'GELÊ ME BÊHIQÛQIYA DEWLETÊ BI ME RE PARVE KIR'
Turk da xuyakirin, ku li cihê qedexeya derketina derve hatiye rakirin ew xwe digihînin gel û got, "Me şaredariya xwe ziyaret kirin. Me qeymeqamî ziyaret kirin. Der barê kar û xizmetên em ê bikin de, me agahî dan wan. Me bendewariyên gel tespît kirin. Me nîqaş kir, ku weke Şaredariya Bajarê Mezin û MARSU dikarin bi çi rengî zor û zehmetiyan, kêmasiyan ji holê rakin. Ji bo bi komîsyonên li wê derê re bixebitin, em çûn Nisêbînê."
Hevşaredar Ahmet Turk bibîr xist, ku di dema serdana Nisêbînê de wan esnaf jî ziyaret kirine û li ser rewşa Nisêbînê û daxwazên gel de nêrînên esnaf û gel girtine. Turk got, "Em li gelek mirovan rast hatin. Yek du kesî, nezîkatiyeke rexneyî nîşan dan. Me li rexneyên gelê xwe guhdarî kir. Bêguman wê gelê me me rexne bike."
Ahmet Turk da zanîn, bi taybetî mirovên malên wan ji aliyê dewletê ve hatine desteserkirin, ev bêhiqûqiya dewletê bi wan re parve kirine û anî ziman, dewletê bi rengekî kêfî dest daniye ser malên gel û bi buhayekî ji 45 hezar lîreyî hewl dide gel ji cih û warên wan derxîne.
Turk anî ziman, ku gel ji wan xwestiye li hemberî vê neheqiyê mafên wan biparêzin.
Turk diyar kir, di dema serdana li Nisêbînê de wan tê derxistine ku hêzên dewletê ava gel bi kar anîne û fatûreya avê jî xistine stuyê gel. Ahmet Turk got, "Bila di vî warî de ti fikarên wan nebe. Em ê jimêrkerên nû bicih bikin. Em ê fatûreya ava ku gel bi kar naniye, bidin. Di vî warî de em ê mirovên xwe mexdûr nekin."
'EM BI GELÊ XWE RE BÛN, NÛÇEYÊN MEDYA ŞER BI ZANEBÛN HATIN WEŞANDIN'
Ahmet Turk bibîr xist, ku ev serdana wan a li Nisêbînê ji aliyê medya şerê taybet ve weke 'dijberiya gel a li wan' hatiye weşandin û got, "Halbûkî em di nava gel de ne. Gelek hevalên me yên rojnamevan jî bi me re bûn. Li hemû kargeh û malên em çûn, gel em bi germî pêşwazî kir. Bêguman wê rexneyên mirovên me jî hebin, ew jî li ser ser û çavên me ne. Em bi rêzdarî vê pêşwazî dikin. Ez bi rengekî vekirî bêjim; li benda nerazîbûnê bûm. Lê min ev nerazîbûn nedît. Tiştekî ji rêzê ye ku me rexne bikin. Tiştekî xwezayî ye bendewariyên xwe bilêv bikin. Em bi rêzdarî pêşwazî dikin ku kêmasiyên me nîşan didin."
Hevşaredar Ahmet Turk da xuyakirin, ku medya şerê taybet bi zanebûn van nûçeyan diweşîne û destnîşan kir, ku weşandina nûçeyên bi vî rengî karekî gemarî ye, rêbazeke şerê taybet e. Ahmet Turk got, "Halbûkî her kesî dît ku gel û esnafên Nisêbînê em bi germî pêşwazî kirin."
'ME LI NISÊBÎNÊ DEST BI KAREKÎ BERFIREH KIR'
Turk bal kişand ser karên ew ê li Nisêbînê bikin û got, "Me amadekariyên xwe kirin. Hem weke Karên Avê yên Mêrdînê (MARSU) hem jî weke Şaredariya Bajarê Mezin, ev 15-20 roj in me dest bi kar kirine. Em ê vî karê xwe bi xurtî bidomînin. Her wiha ji bo ronîkirina bajêr, çêkirina kolan û rê, ekîbên me hatine amadekirin. Niha serokên hemû daîreyên MARSU li Nisêbînê dixebitin. Herî kêm 20-25 hevalên me yên endezyar ên li Şaredariya Bajarê Mezin dixebitin, li Nisêbînê di nava hewldanan de ne."