Konferansa HPC-Jinê li Rimêlanê destpê kir
1. Konferansa Hêzên Parastina Civakî yên Jinê (HPC-Jin) li bajarokê Rimêlanê destpê kir.
1. Konferansa Hêzên Parastina Civakî yên Jinê (HPC-Jin) li bajarokê Rimêlanê destpê kir.
1. Konfransa Hêzên Parastina Civakî yên jinê (HPC-Jin’ê) ku li ser asta Kantona Cizîrê tê lidarxistin, bi beşdariya 250 delegesyonan li Salona Sandîkeya Karkeran a li bajarokê Rimêlan ê girêdayî Girkê Legê, destpê kir.
Di konfransê de her wiha endama Meclîsa Damezarêner a Sîstema Federaliya Demokratîk a Rojava-Bakurê Sûriyê Foza El-Yûsiv, nûnerên Rêveberiya Xweseriya Demokratîk, Saziyên Civaka Sivîl, YPG/YPJ’ê û Hêzên Asayîşê, amade ne.
Di destpêkê de ji bo bîranîna hemû cangoriyên azadiyê deqeyek rêz hat girtin. Piştre ji bo rêvebirina konferansê dîwana ji 5 kesan, hat hilbijartin.
Li gorî komîteya amadekar, di konferansê de wê axaftin werin kirin, kar û xebatên Hêzên Parastina Civakî yên Jin, werin nirxandin û plansaziya dema pêş were amadekirin.
Di vê dema ku konferans tê lidarxistin, li hemberî Rojavayê Kurdistanê êrîşên giran tên kirin. Lewma, ji ber pêwîstiya xurtikirina tedbîrên ewlekariyê, ev konferans girîng tê dîtin.