Tûncel: Pêwîst e saziyên navneteweyî bi wezîfeyên xwe rabin

Hevseroka Giştî ya DBP’ê Tûncel diyar kir ku darbeyên AKP’ê tenê bi demokrasiya radîkal dikare bê rawestandin. Tûncel li beramberî tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bertek nîşan da.

 Hevseroka Giştî ya DBP’ê Tûncel diyar kir ku darbeyên AKP’ê tenê bi demokrasiya radîkal dikare bê rawestandin. Tûncel li beramberî tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bertek nîşan da, bang li saziyên navneteweyî kir ku bi wezîfeya xwe rabin.

Hevseroka Giştî ya DBP’ê Sebahat Tûncel li Colemêrgê tevlî civîna gel bû. Di civînê de ku li salona konferansê ya DBP’ê hate lidarxistin, Endama Desteya Rêveberiya Navendî Gulcihan Şîmşek, Wekîlên Hevşaredarên Colemêrgê, wekîlên HDP’ê yên Colemêrgê amade bûn.

Hin ji axaftinên Tûncel wiha ne:

“Li Tirkiyeyê ev saleke pêvajoyek krîz û kaosê heye û ev hê jî didome. Heta ev her kû diçe kûrtir dibe. Sedema kûrbûna vê kaos û krîzê jî polîtîkayên AKP’ê ne ku li beramberî Kurdan nêzîkatiyek dijminane nîşan dide. Niha êdî Tirkiye hatiye asta biryardayinê. An wê bikeve pêvajoyek nû, destûrek bingehîn a demokratîk saz bike an jî mekanîka darbeyê wê dîsa bixebite. Birêz Ocalan bi çendan caran têkîldarî mekanîka darbeyê dengê xwe li Erdogan kir. Baş e, ka hikûmeta AKP’ê çi kir? Li şûna van hişyariyan  li ber çav bigire, paşguh kir û li şûna demokratîkbûyinê welat bi polîtîkayên dijminahiya Kurdan ve anî cihekî din, jixwe hewldanan darbeyê jî wiha qewimî. Ji bo careke din li Tirkiyeyê darbe çênebin divê di demokrasiya radîkal de israr hebe.

‘BÊYÎ JI GEL BIPIRSIN NIKARIN BIRYARÊ BIDIN’

Niha jî dibêjin bila Gever û Cizîr bibin bajar. Ka gelê Şirnex û Colemêrgê çi difikirin, vê nabêjin. Cizîr û Gever bi erdê re kirine yek, dest ji axaftina van berdane û ketine nav hewldanek veguhestina bajêr. Ev jî nîşane ye ku hikûmeta AKP’ê dixwaze planên xwe bixe meriyetê. Bi rojan e li qadan dibêjin demokrasî, lê ev rewş nîşan dide ku têkîldarî demokrasiyê ti fikarên wan nîne. Bêyî ji gelê Colemêrg û Şirnexê bipirsin çawa bajar vediguhezînin! Ti sîstemên ku xwe nespêrên gel ne demokratîk in.

Yekemîn gava ji bo normalkirina welêt, rakirina OHAL’ê ye. Ev dîmenên tundiyê yên îro derketine holê bi ti awayî nayên qebûlkirin. Pêvajoyek hê tijî zor û zehmetî li benda me ye.

 ‘DIVÊ BI BIRÊZ OCALAN RE HEVDÎTIN PÊK WERIN’

Me yekser ji wezîr bihîst ku êvara 15’ê Tîrmehê li dijî Îmraliyê êrîş çêbûye. Destûr nayê dayin ku bi birêz Ocalan re malbat, parêzer û heyeta me baxive. Ti bersivê nadin gelê Kurd jî. Ev mesele ne tenê meseleya gelê Kurd e, her wiha meselay tevahî gelên Tirkiyeyê ye. Bersiv, niha pirsgirêka herî esasî ya hikûmetê ye. Me bang li saziyên navneteweyî, CPT’ê kir. Em bang li Wezareta Edaletê jî dikin. Heta hikûmeta AKP’ê dest ji van polîtîkayên xwe yên şer berned wê li vî welatî xetereya dînamîka darbeyê nebihure. A rast ew e ku mabeyna darbeya sivîl a hikûmeta AKP’ê û darbeya leşkerî ya Kenan Evren de ti cudahî nîne. Sedema kûrkirina pirsgirêkên li vî welatî jî encamên vê darbeya sivîl e. Di manaya rastîn de bidawîkirina darbeyan, bi rêya aştiyê ve mîsoger e. Eger li şûna vê hewldana bidestxistina dewletê pêş bikeve û feraseta xwe li ser gel ferzkirin derkeve holê, wê demê ev wê ti encamên xwe yên erênî çênebe. Heta, ji ber van polîtîkayan li cîhanê jî tenê maye.

‘YEKANE MUXALEFET HDP’E YE’

Di vê pêvajoya dawî de navbera Serokkomar û muxalefeta li ser zimanan pir xweş e. Êdî ji bo mîtîngên xwe yên dijî darbeyê hevûdu dawet kirin. Lê, li vî welatî ya herî zêde li dijî darbeyê rabû HDP’e ye. Ya bi rastî li dijî darbeyê û ji bo ev dînamîka darbeyê nekeve dewrê ya bi çendan caran dengê xwe li hikûmetê kir tenê HDP’e bû.

Em ê li cihekî din çareseriyê negerin. Em ê bi xwe çareyê pêş bixin. Çareserî pêşxistina rêxistibûyina me ye. Pêvajo giran e û her ku diçe krîz hê kûrtir dibe, lê em ê ti carî moralên xwe xirab nekin. Ev pêvajoya krîz û kaosê ji hêla têkoşîna me ya demokrasiyê dikare encamên nû, derfetên nû bafirîne. Bi vê bawer bin. Êdî li Tirkiyeyê partiya muxalîf a herî mezin HDP’e ye. CHP û MHP’e êdî xwe bi temamî teslîmî AKP’ê kirine. Niha yekane partiya ku li dijî polîtîkayên zilmê yên AKP’ê radibe, partiya me HDP’e ye. Lewre tiştê ku divê em bikin jî bi gelê xwe re avakirina jiyana nû ye. Êdî dawî li AKP’ê hat, em hê li serê rê ne. Niha dem dema me ye.”