Xemla dîwêr a ji bîr dibe: Îsfend
Xemla dîwêr a li Kurdistanê ji gihayê îsfend tê çêkirin, hê jî li Xelfetiyê ji aliyê jinan ve tê çêkirin.
Xemla dîwêr a li Kurdistanê ji gihayê îsfend tê çêkirin, hê jî li Xelfetiyê ji aliyê jinan ve tê çêkirin.
Xemla dîwêr a li Kurdistanê bi sedan salan bi gihanê îsfend tê çêkirin, tevî ku mîna berê balê nakişîne jî, hê ji aliyê jinan ve tê çêkirin. Ev gihayê li çola navçeya Xelfetî ya Rihayê şîn dibe, di encama keda jinan de dîwarê malan dixemilîne. Gelê herêmê jê bawer e, ku ev yek mirovan ji nezerê diparêze.
Jinên extiyar, tovên reş ên vê gihaya ku bêhneke xwe ya taybet heye, yek bi yek di ben re radikin û bi vî rengî didin xemla dîwêr. Jin her wiha berhemên xwe yên ji tovên vê gihayê ku bi qasî nokan mezin e, difiroş in û bi vî rengî hatineyekê jê digirin. Ev giha di dema ziwatiyê de jî li çolê şîn dibe.
Ji ber ku tehmek xwe nîne, heywan vê gihayê naxwin. Ev giha carna kulîlkan jî vedike û dişibe kulîlekek narîn. Gihayê îsfend her sal xwe nû dike û li gelek cihan tê dîtin.
Di salên dawî de li qada tenduristiyê jî tê bikaranîn û tê gotin, di vî warî de jî bi kêrhatî ye.
Ev giha li gelek cihên din jî şîn dibe. Çend ji navên wê bi vî rengî ne: Nazarotu, Peganum African rue, Peganum