Şerê li Minbicê bi dijwarî didome: 28 çete hatin kuştin

Li taxên El Xessaniyê û El Şêx Eqîl ên Minbicê, di navbera çeteyan û şervanan de şerekî dijwar diqewime. Di şerê duh bi şev de 28 çete hatin kuştin. Şervanên Meclîsa Leşkerî ya Minbicê li vê herêmê jî bi pêş ve diçin.

Operasyona Şehîd Fermandar Feysel Ebû Leyla bi rengekî serketî dewam dike. Li Taxa El-Şêx Eqîl a li başûrrojhilatê navenda bajarê Minbicê ye, di navbera şervanên Meclîsa Leşkerî ya Minbicê û çeteyan de şerekî dijwar qewimî.

Di encama vî şerî de, ku ji saet 22.00 heta danê sibehê dewam kir, 26 çete hatin kuştin. Cenazeyên 16 ji wan di destê şervanên meclîsê de ne.  Şerê li vê taxê hê jî didome.

ŞERVANÊN MINBICÊ LI TAXA EL-XESANIYÊ BI PÊŞ VE DIÇIN

Li Taxa El-Xesaniyê ku bi 1 kîlometreyî li bakurrojhilatê navenda bajêr e, saet di 00.00 de di navbera şervanên Meclîsa Leşkerî ya Minbicê û çeteyan de şer derket. Di encamê de 2 çete hatin kuştin. Şervan li vir jî bi pêş ve diçin.