'YJŞ wê bibe tolhildana jinan'

Di daxuyaniyê de hat gotin, "YJŞ wê bibe tolhildana hemû jinên Êzidî yên di van fermanan da gihaştin şehadetê" û hat destnîşankirin, ku heta YJŞ hebe wê careke din ferman li civaka Êzidî ranebe.

Fermandariya Giştî ya Yekîneyên Jinên Şengalê (YJŞ) bi wesîleya duyemîn salvegera fermana 3'ê Tebaxê daxuyaniyeke nivîskî weşand û hemû şehîdên fermanê û hevrêyên di rizgarkirina Şengalê de tevlî karwanê şehîdan bû, bibîr anî û soza tolhildanê dubare kir.

Di daxuyaniyê de hat ragihandin, Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan di nava pergala Îmraliyê de bi fermanê hesiya ye, lewma şervanên azadiyê, ji bo rizgarkirina civaka Êzidî hatine Şengalê û hat gotin, "Em ji wargehên berxwedanê silav û rêzên xwe ji Rêber Apo re dişînin û tecrîda girankirî şermezar dikin."

YJŞ'ê berxwedana li çar parçeyên Kurdistanê bi taybetî li Bakurê Kurdistanê bi pêşengiya jin û ciwanan tê meşandin silav kir û destnîşan kir, ku ev berxwedan ji wan re dibe hêz û moraleke bêhempa.

Yekîneyên Jinên Şengalê bibîr xist, ku fermana 73'an di sedsala 21'an de li pêş çavên mirovahiyê bi rengekî wehşî û derveyî ewlaqî hat kirin û diyar kir, lê îro tevahiya cîhan û pergala modernîteya kapîtalîst ji têkoşîna rizgariya gelan û azadiya axa pîroz re şahidiyê dikin.

'ME DÎT, KU HETA ÊZIDÎ XWE BI RÊXISTIN NEKIN, WÊ FERMAN HER LI PÊŞIYA ME BE'

YJŞ'ê da zanîn, ku weke jinên Êzidî wan gelek tecrûbe ji van du salên dawî derxistine û wiha dewam kir: "Dîroka me tije êş û zehmetî ye. Le me dît, ku heta em weke gel û jinên Êzidî yekîtiya xwe çênekin û bi taybet xwe bi rêxistin nekin, ferman wê her li pêşiya me bin. Nezanetî û bêrêxistinî rê li ber fermanan vedike. Di vê fermanê de gelek êş hatin kişandin, lê êşa herî mezin bû para jinên Êzîdî. Bi hezaran keç û jinên Êzidî li ber çavê hemû cîhanê hatin esîrkirin. Lê me dît ku li derveyî me kes nikare me biparêze. Yên wek PDK, li ser navê parastinê xwe didan axaftin bûn parçeyekî vê êrîşê û bi îxanete re gel di nava qirkirinê de hiştin û reviyan. Îro careke din ew hêzên bûne parçeyekî vê êrîşê, bi bêrûmetî tevgeriyan û bûne sedema kuştina gelek ciwan, keç û pîran. Em wan şermezar dikin."

'YJŞ WÊ BIBE TOLHILDANA HEMÛ JINÊN ÊZIDÎ'

YJŞ'ê da xuyakirin, ku ji bo parastina nirx, bawerî û axa xwe, wan xwe bi rêxistin kirine, ji nû ve ava kirine û wiha dewam kir: "Em weke jinên Êzidî ji 3 Tebaxê û pê ve, jiyana berê ya ku hêza jinê nasnake, jinê bêparastin dihêle û  jinê biçûk dibîne ti carî qebûl nakin. Ji bo vê jî li ser bingeha xweparastinê me rêxistinbûna xwe ya leşkeri YJŞ ava kir. YJŞ wê bibe tolhildana hemû jinên Êzidî yên di van fermanan da gihaştin şehadetê. Weke şopdarên Xatûna Nûsra û Xatûna Fexra em ê di rêya azadiyê ya Bêrîvanan de bimeşin."

'BI MÎRATEYA HEVRÊYÊN ŞEHÎD EM HÎNÎ TÊKOŞÎNÊ BÛN'

Di daxuyaniyê de hat bibîrxistin, ku di 3'ê Tebaxê de bi pêşengiya Armanc, Vinar û Gulçînan hêzên YJA Starê bi hawara gelê wan ve hatine û hat gotin, "Em bi mîrateyên hevrêyên şehîd hînî têkoşînê bûn û me hêza jinê nas kir. Di berxwedana rizgarkirina Şengalê û azad kirina jinên esîr di destê DAIŞ'ê de, me mil bi mil bi hevalên YJA Starê re şer kir. Di têkoşîna azadiya jinê de em ê bi hemû jinan re bi hevparî kar bikin û bi dil û mejiyê jinên azadiya civaka xwe ji nû ve bafirînin.

'EM Ê TOLA HEMÛ FERMANAN HILÎNIN'

Dîroka jinên Êzîdî dîrokeke kevnar û dewlemend e. Lê dijminê me her tim xwestiye dîroka me ya kevnar û dewlemend tine bike û winda bike. Armanca van fermanan jî qedandina dîroka me ye. Weke jinên Êzidî em ê jî xwedî li dîroka xwe derkevin û tola 73 fermanan hilînin."

'HETA YJŞ HEBE WÊ CAREKE DIN 3'Ê TEBAXÊ RÛ NEDE'

Di dewama daxuyaniyê de soza hilanîna tola hemû şehîdên Şengalê û jinên esîr ketine destê DAIŞ'ê hat dayîn û hat gotin, "YJŞ wê bibe bersiv li hemû fermanan. Em bejna xwe li ber hemû şehîdên fermanê û qehremanên di berxwedana Şengalê de bêdudilî canê xwe feda kirine, ditewînin. Em dibêjin; heta YJŞ hebe wê careke din 3'ê Tebaxê rû nede. Bi vê hevî, îdîa û baweriyê em bang dikin ku tevahî mirovahî li hember êrîşen her awayî yên çeteyen DAIŞ'ê û hêzên dewletên dagirker bêdeng nemînîn û tekoşîna xwe ya azadiyê bilind bikin."

BANGA XURTKIRINA TÊKOŞÎNÊ

Daxuyaniya YJŞ'ê bi vê bangê qediya:

"Bi taybet jinên Başûrê Kurdistanê, hemû jinên bindest, hemû mirovên ku dilê wan ji bo demokrasiyê lê dide û hemû mirovên xwe ji azadkirina Rojhilata Navîn bepirsyar dibînin, em hemûyan dawet dikin nava refên xwe, ku têbikoşin.

Di dawiyê de em bang li jinên Êzidî yên li derveyî welat û tevahiya cîhanê dijîn dikin, ku xwedÎ li têkoşîn û rêxistina xwe derkevin û ji bo Êzîdxaneke azad, tevlî nava refên YJŞ'ê bibin."