Ahmet Turk: Li Nisêbînê deynên avê hate jêbirin

Hevşaredarê Giştî yê Bajarê Mêrdînê Ahmet Turk li navçeya Nisêbînê ya ku beşeke qedexeya kolanan hatiye rakirin bi gel re civiya, ragihand ku deynên berê yên avê hatine jêbirin.

Hevşaredarê Bajarê Mezin ê Mêrdînê Ahmet Turk li navçeya Nisêbînê ya ku qedexeya kolanan 134 roj in beşeke dewam dike lêkolîn kir, bi gel re civiya. Sekreterê Giştî yê Şaredariya Mezin Baran Îlhan, Midurê Giştî yê MARSÛ’yê Etem Şahîn û serokê odeyê li gel Hevserok Turk cih girtin. Turk û heyeta ku li gel destpêkê çûn ziyareta Şaredariya Nisêbînê. Heyet ji aliyê Hevşaredarên Navçeyê Sara Kaya û Cengîz Kok ve hatin pêşwazîkirin. Turk li vir têkildarî xebat û pêdiviyan agahî girt. Di ziyaretê de Ser Rahîbê Manastira Mor Yakûp Aho Bîlecen jî amade bû. Li vir Turk diyar kir ku wek şaredariya Mezin a bajêr hemû derfetên xwe wê ji bo Nisêbînê seferber bikin, hemû xebatan bi şaredariya Nisêbînê re hevpar bimeşînin. Turd da zanîn ku wê hemû yekîneyên şaredariya mezin di ximeta Nisêbînê de bin û têkildarî ziyanên bên tesbîtkirin wê lez û bez xebat bên meşandin.

Her wiha Turk yekîneyên ku ji personelên şaredariya Nisêbîn û şaredariya Mezin pêk tên ku li cihê qedexeya kolan bi dawî bûne lêkolînê dikin jî ziyaretkirin, têkildarî ziyan û xebatên li vir ji yekîneyan agahî girt.

Turk, têkildarî alîkariya hevpar a xûrek ku li gel şaredariya Nisêbîn û Serokatiya Odeya Ximeta Civakî jî tê birêvebirin agahî girt.

Piştre Hevserok Tirk û heyeta ku ji Parlementerê HDP’ê yê Êlihê M.Alî Aslan, hevşaredar Nisêbînê Sara Kaya û li gel rêveberên HDP û DBP’ ê yên navçe û bajar pêk dihatin, dikandar ziyaret kirin. Turk guhdarî pirsgirê û pêşniyarên dikandar û gelên herêmê kirin, di axaftinên Turk yên ku xîtabî gel kirin de hate diyarkirin ku mal, zibake û deriyên avahiyên welatiyên ji dûrî cihên şer lê hatin meşandin ziyan dîtin wê ji aliyê şaredariya mezin ve ziyanên wan bê pêşwazîkirin.

Turk, anî ziman ku xebatên qîrkirina rê, xebatên bin erd, rojîkirina rexên rê wê hevpar ji aliyê şaredariya Mezin û şeredariya Nisêbînê ve bi awayekî kordînelî wê xebat bê meşandin. Her wiha Turk diyar kir ku ji bo rakirina têlên ku li dorî taxên hatî qedexekirin rakirin ya hinek din paş bêxistin hevdîtin tên kirin.

DEYNÊN BERÊ HATIN JÊBIIRIN

Turk destnîşan kir ku ji bo çareserkirina ziyanên binesazî yên ku hatine texrîbkirin û di demekî pir kurt de wê wekî berê bê avakiri. Turk, deynê berê yên avê yê Nîsêbînê hate jêbirin ji gel re ragihand. Turk, destnîşan kir ku Midurê Giştî yê MARSÛ’yê deynê berê yê avê hemû jêbiriye û wê ji bo navçeyê xetên avê yên nû bên dabînkirin. Turk da zanîn ku MARSÛ wê li gorî navenda bajêr û navçeyên din ji bo Nisêbînê ava hê erzan bê dabîn kirin.