Li Rihayê çalakiyên li dijî tecrîdê hatin destpêkirin dewam dikin

Çalakiyên ku li navçe û navenda Rih ê warê Ocalan, ji bo li dijî polîtîkaya tecrîda girankirî ya bi destê AKP/Qesrê li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hatî destpêkirin bi hemû biryardariya xwe dewan dike.

Çalakiya ‘Nobeda Azadiyê’ ay ku li navçeyan û Rihaê ku li dijî polîtîkayên tecîrda girankirî ya bi destê AKP/Qesrê li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û xeber jê negirtinê hatine destpêkirin dewam dikin. di çarçoveya çalakiya nobetê de li navçeyên Eyyubiye, Xelfetî, Girê Sor, Wêranşar, Pirsûs û Hewagê nobet tên girtin û tecrîd tê protestokirin.

Li Xelfetiyê li Parka 4'ê Nîsan a Azadiyê bi hezaran kes kom bûn pankartên bi nivîsa “Ne ji darbeya leşkerî, ne darbeyên sivîl, ji Ocalan re azadî dawî li tecrîdê bînin” û “Hûrşît Kulter li kû ye” hatin vekirin. Di çalakiyê de rêveberên HDP’ê û DBP’ê yên navçeya Bêrecuk, Hevşaredarên Xelfetiyê, endamên Meclîsa Şaredariyê beşdar bûn. Jinan bi keyfxeşiya xwe beşdarbûna xwe ya nobet hemû bal kişandin ser xwe.

Gelê ku beşdarî çalakiya nobedê bûn daxwaz kirin ku tecrîda li ser Ocalan bê rakirin û ji bo çareserkirina pirsgirêka Kurd vegerin ser mase. Li vir Hevserokê HDP’ê yê navçeya Xelfetiyê Aydin Çoban axivî û spasiya beşdarvanan çalakiyê kirin û diyar kir ku heta ku hevdîtin bo Ocalan re pêk were wê çalakiya xwe ya nobedê dewam bikin. Çoban wiha anî ziman: “Tecrîd sûcekî yê mirovahiyê ye. Di rewşekî ku yê di bin tecîrdê de mifteya çareseriya pirsgirêka Kurd û Rêberê wan Birêz Ocalan be, bila li bendê nemîne ku em ê bêdeng bin” bang kir ku divê bi lezgîn dawî li polîtîkayên tecrîdê bînin.

Li navçeyên din ên Rihayê Nobeda Azadiyê bê ku navber bikeve dewam dike. Li navçeyên Serêkaniyê, Wêranşar û Girê Sor bi sedan kes di bin dorpêça polîsan de beşdarî çalakiya nobetê bûn. Li Pirsûsê li Qada Cûmhûryetê, û li Hewagê jî li pêşiya avahiya Şaredariyê gel kom bûn û nobeta azadiyê li dar xistin, tecrîd protesto kirin û daxwaza azadiya Ocalan kirin. Li navçeya Girê Sor ê ku îro çalakiya nobedê lê hate destpêkirin li parka Agaçam bi sedan kes kom bûn, daxwaz kirin ku divê demildest tecrîda li ser Ocalan bê rakirin.

 

...