Ciwanên bi navê Mehmet Alî Genç û Metîn Kosemen ên berî 10 rojan li Rihayê hatin binçavkirin, hê binçavkirî ne.
Parêzera her du ciwanan Gulhan Kaya da xuyakirin, ew bi dozger re duh axiviye, lê belê ti agahî jê re nehatiye dayîn bê kengî muwekîlên wê bibin edliyeyê.
Dema ciwan hatin binçavkirin, polîsan di roja destpêkê de agahî nedan malbatan û parêzeran. Di roja duyemîn de malbat pê hesiyan.
Di sê çar rojên ewilî de îşkence li ciwanan hat kirin. Di dema lêpirsînê de çavên wan bi paçekî û destên wan jî ji pişt ve hatin girêdan.
Lêdan, lêgerîna tazî, gefa destavêtin û mirinê û gelek îşkence li her du ciwanên şoreşger hatin kirin. Bi zorê kolonya bi Genç dan vexwarin.
Her du ciwanên îşkenceyê protesto dikin, di greva birçîbûnê de ne. Lê belê şekirê ku mecbûre di dema greva birçîbûnê de ji wan re bê dayîn, ji ber ku dozgerî destûrê nade, nayê dayîn. Ciwan ev deh roj in bi tenê avê vedixwin.
Parêzer Kaya xwest, muwekîlên wan derxînin pêşberî dozgeriyê û derhal şekir ji wan re bê dayîn.
Buroya Hiqûqê ya Bindestan, ji bo Mehmet Alî Genç û Metîn Kosemen derxînin edliyeyê li ser malpera change.org kampanya îmzeyan dabû destpêkirin.