PAJK: Em ê bi xurtî hesabê komkujiya Şengalê bipirsin
Koordînasyona PAJK'ê qirkirina li Şengalê bi tundî şermezar kir û soz da ku ew ê bi xurtî hesabê vê komkujiyê ji hêzên qetlîamker bipirsin.
Koordînasyona PAJK'ê qirkirina li Şengalê bi tundî şermezar kir û soz da ku ew ê bi xurtî hesabê vê komkujiyê ji hêzên qetlîamker bipirsin.
Koordînasyona PAJK'ê bi wesîleya salvegera komkujiya Şengalê daxuyaniyeke nivîskî weşand. Di daxuyaniya PAJK'ê de hat gotin, "Hin serdemên dîrokê mora xwe li bîra mirovahiyê didin. Serdemên bi vî rengî bi tenê nakeve bîra mirovan, di heman demê de rê li ber guhertinên gelekî girîng ên jiyana mirovan vedikin. Ev rastiyeke; di dîroka mirovahiyê de gelek lehengî hene li dijî xiyanet û zilmê derketine holê. Komkujiya di 3'ê Tebaxa 2014'an de li Şengalê ku em weke Êzîdxanê pênase dikin li Kurdên Êzidî hat kirin û berxwedana li hemberî vê komkujiyê hat nîşandan, parçyeke ji vê rastiya dîrokî ye. 3'ê Tebaxa 2014'an bû fermana 73'an a li civaka me ya Êzidî rabû. Di salvegera duyemîn a komkujiya Şengalê de em vê komkujiya li dijî mirovahiyê bi tundî şermezar dikin û hemû şehîdên xwe yên azadiyê, ku li dijî hêzên qetlîamker ji bo azadiyê şer kirin û ji bo Êzîdxanê ji dijminên mirovahiyê re nehêlin canê xwe bexşandin, bi rêzdarî bibîr tînin. Em qehremaniyên wan silav dikin."
KURD WÊ FERYADA DAYIK Û ZAROKÊN XWE JI BÎR NEKIN
PJAK'ê da zanîn, ku di dîroka gelê Kurdistanê de gelek caran komkujî û qirkirin hatiye kirin û wiha dewam kir: "Qirkirina li Şengalê li Kurdên Êzidî hat kirin, ji jiyana koledarî ya ku desthilatdariyên faşîst li ser gelê Kurd ferz dike, cuda nîne. Ev komkujiya bi destê AKP û hevkarê wê PDK'ê ve hat kirin, bû darbeyek ku hat xwestin li asta têkoşîna azadiyê ya Kurd bê xistin. Ji bo atmosfera siyasî ya bi hewldanên mezin ên Rêberê me li Bakurê Kurdistanê derket holê qels bike û şoreşa li Rojavayê Kurdistanê pûç bike, bi rêya çeteyên DAIŞ'ê êrîşî Şengalê kir. Xwest, şoreşa li Rojavayê Kurdistanê bandorê li Kurdên li Başûr neke. Xwest, serketinên têkoşîna azadiyê biçûk bixîne. Ji ber vê yekê bi hezaran jin, mêr, zarok, extiyar, ciwan xistin nava lepên qetlîamker ên wehşî. Jiyana mirovan tine hesiband, hewl da şeref û rûmeta mirovan binpê bike. Sal jî di ser re derbas bibin wê Kurd ti carî wî dîmenê bi hezaran mirovan di nava wê germa çolê de ji bo rizgarkirina jiyana xwe dimeşiyan, wê feryada dayik û zarokên xwe ji bîr nekin. Kurd wê di heman demê de wan kesên ku Şengal ji zalimên DAIŞ'ê re hiştin, wan kesên li gorî berjewendiyên biçûk ên malbatî tevgeriyan, pişta xwe spartin xelkê û ji gelê xwe bawer nekirin jî ji bîr nekin. Komkujiya Şengalê careke din nîşanî me da ku nokerî rastiyeke herî namerdî ye."
XWESTIN LI ŞENGALÊ KOMKUJIYÊ BIKIN, LÊ EV VEGUHERÎ BERXWEDANEKE MEZIN
Daxuyaniya Koordînasyona PAJK'ê bi vî rengî dewam kir:
"Li hemberî êrîşên li Şengalê me dikarîbûn tedbîrên mezintir bigirta û pêşî li vê rewşê bigirta. Di vî warî de weke tevger em rexnedayîna xwe didin. Rexnedayîna me jî wê pratîka me be. Eger îro hema hema temamiya Şengalê ji çeteyên DAIŞ'ê paqij bûye, ev yek nîşaneya vê rexnedayîna me ye.
Berxwedana lehengî yıa gerîlayên Kurdistanê bi gel re li Şengalê nîşan da, derbên mezin li vê hêzê xist. Şaş bûn ku derbeke çawa li wan ketiye. Ew ne li benda berxwedaneke bi vî rengî bûn. Jİ wan hebûn ku her kes wê teslîmî wan bibe. Komkujiya ku xwestin li Şengalê bikin, veguherî berxwedaneke mezin. Tevgera Azadiyê, gerîlayên azadiyê tevî civaka Êzidî li Şengalê li hemberî hêzên faşîst, destan nivîsandin. Bêguman gelek şehîdên leheng ên vê destanê çêbûn. Herî zêde şehîdên me yên bi fedayî şehîd ketin ev têkoşîn bi ser xistin. Ji niha û pê ve jî, em ê bi her awayî bersivê bidin êrîş û zextên li hemberî gelê xwe.
LI ÇIYAYÊ ŞENGALÊ XEML Û REWŞA ŞOREŞÊ HEYE
Vê sekna tevgera azadiyê, bawerî û hezkirina gerîla ya li Başûrê Kurdistanê xurtir kir. Niha li çiyayê Şengalê xeml û rewşa şoreşê heye. Jin û mêr hemû Şengalî niha têdikoşin ji bo jiyaneke nû ava bikin, ji bo jiyaneke azad û demokratîk ava bikin. Li hemberî her şêwe koledariya li ser civaka Êzidî tê ferzkirin, bi pêşengiya jinên Êzidî îro li her qadê bi felsefeya jiyaneke azad têkoşîn tê meşandin. Bi biryar in ku bibin parçeyek ji avakirina neteweya demokratîk. Meclîs, komun û partiyên ava bûn, her wiha YBŞ a hêza xweparastinê, YJŞ a hêza xweparastina jinê, îspata vê rastiyê ye. Kurdên Êzidî bi israr in ku rê nedin komkujiyên nû. Bêguman ev rewş nîşan dide di têkoşîna azadiyê ya Kurd û têkoşîna azadiyê ya jinê de serketinên mezin bi dest ketine.
KOMKUJIYA ŞENGALÊ DI HEMAN DEMÊ DE QIRKIRINA JINÊ YE
DAIŞ îro yek ji rêxistinên terorê yên herî xetere yên kapîtalîzmê ye. Ev rêxistinbûna li derveyî mirovahiyê ya xwe bi xwînê, bi êş, qirkirina, destavêtin û revandinê xwedî dike, herî zêde gefê li jinan dixwe. Komkujiya li Şengalê di heman demê de qirkirina jinê ye. Qirkirineke bi zanebûn û bi plan a li dijî jinan e. DAIŞ'ê li her devera li ser bingeha dijminatiya li jinê êrîş kir, beriya her tiştî jin kir hedefa xwe, hewl da jinê bike kole û hê jî bi vî rengî tevdigere. Tevî ku di ser re du sal jî derbas bûne, hînê agahî ji hezaran jinan nayê girtin. Nayê zanîn bê çi bi ewqas jinan hatiye, dijîn an najîn. Bi hezaran jinên hatin revandin, kuştin, li bazaran hatin firotin, fûhûş li wan hat ferzkirin û bûn hedefa destavêtinê, êş, tolhildan û hêrsa me hemûyan e. Bêguman jin li hemberî dijminên jinan ên weke DAIŞ'ê bêbersiv neman. Weke gerîlayên jin ên pêşengê vê berxwedanê, em her tim li hemberî êrîşên bi vî rengî têkoşiyan, ji niha û pê ve jî em ê têbikoşin. Gelek hevrêyên me yên li çiyayê Şengalê şehîd ketin, bi vê biryardariyê gihîştin şehadetê. Ew bûn jinên azad ên berxwedana Şengalê, bûn şervanên azadiyê. Ew bûn sembola berxwedana bi hezaran jinên Êzidî, bûn ronahiya hêviyê, bûn leheng ji bo jinan. Îro bi hezaran jin li Şengalê li ser şopa wan e, bîranînên wan didin jiyîn.
Ev komkujî ne tenê li hemberî jinên Êzidî hat kirin, li hemberî temamiya jinên cîhanê hat kirin. Li Şengalê, di şexsê jinê de civak bi temamî hat qirkirin. Lewma divê hemû jinên li cîhanê li dijî rêxistinbûnên faşîst ên mîna DAIŞ'ê têkoşîneke hevpar bimeşînin, helwesteke hevpar nîşan bidin. Ji bo vê jî pêwîstî bi rêxistinbûa mezin, sekna bi biryar û têkoşîna radîkal heye. Li hemberî qetlîamên bi vî rengî, ne tenê jin divê hemû gelên cîhanê baldar bin. Eger em îro li Kurdistanê pêşî li vê zîhniyetê negirin, li cihekî din ê cîhanê gelekî din wê bi heman faşîzmê re rû bi rû bimîne. Weke gerîlayên jin, em bang li jinên Kurd û hemû jinên cîhanê dikin ku vê faşîzmê bisekinînin û bi hev re têbikoşin.
EM Ê TÊKOŞÎNA ŞEHÎDAN BIDOMÎNIN
Di salvegera duyemîn a komkujiya Şengalê de em careke din vê qirkirina li civak û jinên Êzidî hat kirin bi tundî şermezar dikin û soz didin ku em ê bi xurtî hesabê vê komkujiyê ji hêzên qetlîamker bipirsin. Her wiha em bi rêzdarî bejna xwe li ber hemû şehîdên azadiyê yên di têkoşîna li dijî hêzên qetlîamker ên li Şengalê de şehîd ketin ditewînin û soz didin ku em ê têkoşîna wan bidomînin."